KESK ji bo piştgiriya Rojava mitîngê li dardixe

KESK ji bo piştgiriya Rojava mitîngê li dardixe

Hevparên sendîkayên girêdayî KESK'ê yên herêmê ji bo piştevaniya gelê Rojava û li dijî polîtikayên AKP'ê yên li hemberî Rojava dê di 7'ê Kanûnê de "Mitînga Piştevaniya Gelê Rojava" ya mezin pêk bînin.

Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Cemaweriyê (KESK), bi boneya piştevaniya gelê Rojava û polîtîkayên hikûmeta AKP'ê yên li dijî Rojava dê di 7'ê kanûnê de li Dîlokê mitîngê pêk bînin. KESK dê li ser biryara giştî ya Navendê bi hişyariya "Mitînga ji bo Piştevaniya Gelê Rojava" bi tevlîbûna hevparên Amed, Êlih, Sêrt, Şirnex, Riha, Mêrdîn, Semsûr, Gurgum, Xerpêt û Meletiyê bi girseyî mitînga mezin pêk bînin.

Di derbarê mitîngê de Berdevkê Platforma Demî ya KESK'ê yê Amedê Siraç Çelîk diyar kir ku erdnîgarî û pergala Rojhilata Navîn ji nû ve tê sazkirin û ji nû ve teşe digire. Çelîk anî ziman ku, di vê avakirin û pergala nû de gelê Kurd pêşengiyê dike û wiha got: "Ji ber neheqiya li ser Rojhilata Navîn pêk tê Gelê Rojava li dijî neheqî û zilmê şoreş pêk anî. "

Çelîk da zanîn ku, ew dê wekî hevparên KESK'ê ji bo piştgiriya xwe ya ji bo Gelê Rojava bînin ziman û li dijî polîtîkayên hikûmeta AKP'ê bertekên xwe bînin ziman dê di 7'ê Kanûnê de li Dîlokê mitîngê pêk bînin.

Çelîk bang li her kesî kir û xwest tevli mitîngê bibin. Çelîk da zanîn ku, ji bo tevlîbûna mitîngê li Amed û bajarên herêmê belavok û afîşan belav dikin.