KCK: Ziman hêza jiyanê ya civakê ye
KCK: Ziman hêza jiyanê ya civakê ye
KCK: Ziman hêza jiyanê ya civakê ye
Saziya Ziman û perwerdê ya KCK’ê da xuyakirin ku, qedexekkirina zimanê neteweyêkê tê wateya qedexekirina wê netewê û got, “Civaka ku xwe gihandiye ziman, tê wateya ku bûyer xwedî gihandina hêza jiyanê.”
Saziya Ziman û Perwerdeyê a KCK’ê bi wesîleya cejna zimanê Kurdî daxuyaniyek da û bal kişand ser hebûn û parastina ziman a ji bo civakê. Di daxuyaniyê de hat ragihandin, ku gelê Kurd bi dewlemendiya ziman û çanda xwe hebûna xwe aniye heta roja îro ev xal destnîşan kir: “Qedexebûna zimanê netewekê tê wateya qedexekirina wê netewê. Civaka ku xwe gihandiye ziman, tê wateya ku bûye xwedî gihandina hêza jiyanê. Çendî zimanê xwe yê zikmakî pêşxistibe, ew çend jî tê wateya asta pêşkeftina jiyana wê civakê.”
Saziya Ziman û Perwedê ya KCK’ê diyar kir ku, hem netewa Kurd hem jî zimanê wê bi salan hatiye qedexekirin û got, “lê bi pêngava Tekoşîna Rizgariya gele Kurd re ev stûnên qedexebûnê şkestine û carek din keç, xort, jin û ciwanên ku di hesreta hestên xwe yên dayîkê de jiyan dikirin, şabûn û karîn hestên xwe bi zimanê dayîka xwe şirove bikin. Bi zimanê dayîka xwe xemla xwe ya derûnî çêkirine û didin domandin.”
Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku, li gel tinebûna derfetên perwerdeyê jî, gelê Kurd bi hewldanên mezin zimanê xwe parastiye û hat gotin, “Her çi qas zarok, ciwan, jin û xortên gele Kurd di qesr û sarayan de fêrî zimanê dayîka xwe nebibin jî lê li ber her kevirek, li bin her darekê çiyayên Welatê me, bûn dibistan û akademiyên jiyanê hatin vekirin, di van dibistan û akademiyan de fêrî rêgezên zimanê dayîka xwe bûne. Lênûs û pênûsa xwe ji erdnîgariya dewlemendiya welatê xwe çêkirine û hestên xwe li ser rûpelan dane meyandin. Her çendî hewl dabin ziman, çand û nasnameya gele kurd tine bikin û ji holê rakin, lê dewlemendiya gelê kurd a ku sînorên gerdunê jî derbas dike nikarîn ji holê rakin.”
Komîteya Ziman û Perwerdeyê ya KCK’ê di dewama daxuyaniya xwe de bal kişand ser pêvajoya çareseriyê ya bi navê “Rizgariya Demokratîk û Jiyana Azad” a bi pêşengiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatiye destpê kirin û got, “Bi vê pêngavê re gelê Kurd pêşengtiya avakirina xweseriya demokratik ji hemû gelên Rojhîlata Navîn re dide meşandin. Ev pêngav dibe temamkerê pêngava Rizgariya Demokratik û Jiyana Azad.”
Di daxuyaniyê de cejna zimanê Kurdî li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, têkoşerên li ser çiyan û zindan û tevahiya gelê Kurd hat pîrozkirin.