KCD: Jiyana Denîzan dê îlhamê bide têkoşîna me

KCD: Jiyana Denîzan dê îlhamê bide têkoşîna me

KCD’ê 3 şoreşgerên di 6’ê gulana 1972’an de hatin darvekirin, bibîranîn û got: “Jiyana Denîzan dê her tim îlhamê bide têkoşîna me. Dê di têkoşîna me de her tim bijîn.

KCD’ê bi wesîleya salvegera darvekirina Denîz Gezmîş, Yusuf Arslan û Huseyîn Înan daxuyaniyek da.

KCD’ê di daxuyaniya xwe ya nivîskî de diyar kir, meha Gulanê ji bo gelê kurd û tirk wendahiyên mezin daye çêkirin û got: “Ji Haqî Kareran heta Mehmet Karasunguran, ji zarokên rojê û agir heta çaran, şoreşgerên mezin ên kurdan di vê mehê de gihiştine nemiriyê. Wek tê zanîn Denîz Gezmîş, Huseyîn Înan û Yusuf Aslan ku mîrateya şoreşger a hevpar ya gelê kurd û tirk temsîl dikir, ji aliyê cuntaya faşîzan ve hatin darvekirin.

Denîz û hevalên xwe ku sîmgeya 71 berxwedêrên bi Mahîr û Îbrahîman re,  li ser van axan bi jiyan, têkoşîn û cesareta xwe  ji bo ku mayîndebûna têkoşîna sosyalîzm û demokrasiyê  piştgiriyeke cidî daye.  Gelê Kurd jî têkoşîna xwe bi vê kevneşopiya berxwedanê  re bi çanda berxwedana qedîm re kiriye yek û heta îro aniye.  Denîzan li dijî mêtîngerî, faşîzm, netewperestiyê têkoşîna bê hempa daye.  Jiyana xwe dane ser aliyên bindest û di gotina xwe ya dawî de jî ev qîr kirine.

Em wek KCD’ê bi wesîleya 42’emîn salvegera darvekirina wan de, soz didin ku dê jiyana Denîzan di têkoşîna xwe de her tim bidin jiyan kirin û em wan bi rêz bibîrtînin.