KCD-Ewropa ava bû
KCD-Ewropa ava bû
KCD-Ewropa ava bû
Di kongreya 19. de biryar hat dayîn navê KON-KURD'ê bibe Kongreya Civaka Demokratîk a Kurdên li Ewropayê (KCD-Ewropa). KCD-Ewropa ne tenê ji bo federasyonên komeleyan, di heman demê de wê bibe nûnerê saziyên jin, ciwan, çand û hunerê.
19. Kongreya Konfederasyona Federasyona Komeleyên Kurd li Ewropayê (KON-KURD) li bajarê Belçîka Vervîersê îro danê sibê destpê kir, dewam dike. Ji 12 federasyonan 175 şande beşdarî kongreyê bûn û ji nû ve avabûna KON-KURD'ê tê nirxandin.
Di kongreyê de ji Elmanyayê YEK-KOM, ji Fransayê FEYKA-Kurdistan, ji Holandayê FED-KOM, ji Swîsreyê FEKAR Kurdistan, ji Danîmarkayê FEY-KURD, ji Swêdê Konseya Kurd, ji Belçîkayê FEK-BEL, ji Awûstûryayê FEY-KOM û ji gelek federasyonên komeleyan ên ser bi KON-KURD'ê nêzî 300 delege, xebatên salekê yên KON-KURD'ê nirxandin.
NAVENDÊN CIVAKA DEMOKRATîK A KURD WÊ AVA BIBIN
Li dû nirxandinan pêşnûmeya li ser bername û rêziknameya nû ya KON-KURD'ê bi yek dengî hat qebûlkirin. Li gorî vê yekê, navê KON-KURD'ê bû Kongreya Civaka Demokratîk a Kurdên li Ewropayê (KCD-Ewropa) hat guhertin. Hat destnîşankirin ku ev modêl wê bibe rêxistinbûyîneke sîwan ji bo hemû tevgerên Kurd ên li Ewropayê û temsîkariya KCD-Ewropa bi vî rengî hat ravekirin:
"Ne tenê rêxistina sîwanî ya federasyonên komeleyan,KCD-Ewropa wê bibe nûnerê hemû saziyên jin, ciwan, çand-huner, spor, aborî, pişeyî, bawerî, perwerde, ziman-dîrok, yekitî, federasyon, însiyatîf û konfederasyonên Kurdan ên li gelemperiya Ewropayê. Li her welatî wê Navendên Civaka Demokratîk ên Kurd bên avakirin û li ser vê bingehê jinûve bên rêkûpêkkirin. Bi heman rengî, meclîs, komele, weqif, yekitî û însiyatîfên li her welatî, wê xwe li gorî qanûnên wî welatî weke navendên ser bi civaka demokratîk a Kurd bi nav û rêxistin bikin."
NAVENDA WÊ DÊ LI BRUKSELÊ BE
Rêziknameya Kongreya Civaka Demokratîk a Kurdên li Ewropayê jî bi yek dengî hat pejirandin. KCD-Ewropa wê navenda wê li Brukselê be û nasnameya wê ya sazîbûnê li gor3i qanûnên Belçîkayê were destnîşankirin û hewl dide bibe rêxistineke civakÎ ya demokratîk. Di rêziknameya KCD-Ewropayê de bi ti awayî cihêkariya bawerî, netewî û etnîkî nayê kirin û ev madde balê dikşînin:
"KCD-Ewropa wê ji bo parastin û pêşvebirina nirxên felsefî, bawerî û nasnameya çandî ya gelê Kurd bixebite. Danezana Gerdûnî ya Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî, Danezanên din ên Mafên Mirovan ên Navnetewî, pîvanên gerdûnî yên huqûqê, azadî û mafên mirovan nas dike û di her şert û mercî de van pîvanan diparêze. KCD-Ewropa saziyeke bi pîvanên huqûqê, demokratîk, azadîperest û pirrengiyê dilsoz e. Bi awayekî nivîskî û devkî qebûl dike, ku ewê li gel hemû mafan bi taybetî mfên jin, zarok, penaber û koçberan bişopîne û biparêze. Di serî de nijad, zayend û baweriyê, her şêweyê cihêkariyê mehkûm dike.
KCD-Ewropa, ji bo parastin û pêşvebirina mafên çandî, siyasî û civakî yên civaka Kurd li Ewropayê, wê li ser bingeha danezanên gerdûnî yên mafên mirovan, qanûnên netewî û navnetewî, hikum û qanûnên demokratîk bixebite. KCD-Ewropa wê berjewendiyên siyasî, civakî û çandî yê Kurdên li Ewropayê li dijî hemû sazî û qanûnan biparêze, saziyên bi vê armancê ava bike û saziyên heyî jî xurt bike.
KCD-Ewropa, di serî de zarok û ciwanên Kurd ên li Ewropayê ji hemû Kurdên li vê qadê dijîn di haya nasname û hebûna xwe de bin û bi nêrînên demokratîk û hemdem mezin bibin, wê têkeve nava hewldanan.
KCD-Ewropa wê ji bo dîrok û zimanê Kurdî lêkolînan bike, di vê mijarê de ji bo gelê Kurd û raya giştî ya demokratîk çalakiyên mîna semîner, konferans, kûrs û hwd. ên hîndekar lidar bixe."
Ji bo endametiya KCD-Ewropayê jî ev maddeyên di rêziknameyê de bal kişandin: " Hemû federasyon, sazî, yekitî, weqf, kûlup, navendên civakî, navendên îbadetê û komeleyên Kurdistanî yên li Ewropayê ava bûne û ji aliyê meqamên fermî hatine erêkirin, dikarin bi awayekî nivîskî serlêdanê bikin û bibin endam."
Kongre, wê bi erêkirina pêşnûmeya plansaziya sala nû, bi dawî bibe.