KCD dest bi komxebata aboriyê dike
KCD dest bi komxebata aboriyê dike
KCD dest bi komxebata aboriyê dike
KCD, di 29-31' Gulanê de li Amedê bi sernavê "Di Aboriya Herêmê de, Di Afirandina Pêşeroja Sektorel de Modêlên Alternatîf" komxebatekê lidar dixe.
Komîsyona Aboriyê ya Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), di 29-31'ê Gulanê de bi sernavê "Di Aboriya Herêmê de, Di Afirandina Pêşeroja Sektorel de Modêlên Alternatîf" komxebatekê organîze dike.
KCD'ê der heqê komxebata ji pênc rûniştinan de daxuyaniyek nivîskî weşand û got, "Li vê cografyaya ku di warê çavkaniyên rûyê erdê û binê erdê de gelekî dewlemend e, li gel qedexeya ziman, çand û nasnameya me, di heman demê de em ji derfetên aborî û civakî jî bêpar hatin hiştin. Gelê me yê li dijî polîtîkayên tinekirin û înkarkirinê li ber xwe da, ev rewş qebûl nekir û niha jî em dixwazin alternatîfa van polîtîkayên şaş biafirînin."
KCD bi şiyara "Aboriya Tevlêkar" bersivê ji pirsa "Divê çi were kirin" digere û bi beşdariya akademîsyen, sazî û şexsiyetên pêwendîdar komxebatê lidar dixe. Qadên tesktîl, çandinî-xwedîkirina sewalan, enerjî-kan werin nirxandin û modêlên alternatîf ên ji bo van qadan yek bi yek bên nirxandin. Li dû komxebatê, wê bi nirxandinên dorfireh danezana encamê were amadekirin û bi raya giştî re were parvekirin.