Karsazê hatî revandin li Lîceyê hat dîtin

Karsazê hatî revandin li Lîceyê hat dîtin

Karsaz Ehmed Şireci yê li Dîrokê hatî revandin, li navçeya Amedê Licê hat dîtin. 6 kesê karsaz revandî hatin binçavkirin.

Li gorî agahiyên bi dest ketine, karsaz Ehmed Şireciyê hefteya borî ji aliyê kesên nasnameya wan ne diyar ve li Dîlokê hatî revandin di encama operasyonekî li navçeya Amedê Liceyê de hat dîtin.

Di derbarê bûyerê de ta niha 6 kes hatine girtin, hat zanîn ku tendoristiya Şireci jî başe.

 Şireci hefte bûrî dema bi wesaîtê ji Fabrîkeyê derket rêya wî hatibû girtin û li bi wesaîtek din revandî bûn. Di derbarê vê yekê de Emniyeta Dîrokê tîmek sazkirîbûn, lêpirsînek berfih dabûn meşandin.  Piştî xebatên hevbeş yên polîsan Şireci di saet 02:00’an de  li navçeya Amedê Licê hat dîtin. Di derbarê bûyerê de ta niha 6 kes hatine binçavkirin. Di derbarê sedema revandinê de daxuyanî ne hat dayîn.