Karayilan: Ruhê berxwedanê yê Adilan li ku be, serketin li wir e

Karayilan: Ruhê berxwedanê yê Adilan li ku be, serketin li wir e

Gerîlayên di meha Kanûnê yên salên cuda yên dîroka PKK'ê de jiyana xwe ji dest dan, li Herêmên Parastinê yên Medyayê bi merasîmekê hatin bîranîn.

Ramazan Aybî (Adil), Selma Kaya (Gulbahar), Hasan Kaya (Serdem) ên di sala 2007'an de li Botanê jiyana xwe ji dest dan, 20 gerîlayên bi fermandariya Yucel Zeydan (Rustem) di sala 2000 de di şerê li Qendîlê de jiyana xwe ji dest dan, Muhîttîn Raûf (Cahît), Ahmet Mûhammed (Alî Hasan), Zinar Huseyîn (Reşîd) û 10 gerîlayên di sala 1989'an de li sînorê Bakur-Rojava li ser Çemê Dîcleyê jiyana xwe ji dest dan, li Herêmên Parastinê yên Medyayê bi merasîmekê hatin bîranîn.

Di merasîma bîranînê de li gel Fermandarê Biryargeha Navenda Parastina Gel Mûrat Karayilan gelek Fermandarê HPG'ê amade bûn.

Fermandarê Biryargeha Navenda Parastina Gel Mûrat Karayilan li merasîmê peyivî û 35. salvegera damezrandina PKK'ê pîroz kir. Karayilan, pêşveçûnên rojane û têkoşîna PKK'ê ya 35 salan nirxand û diyar kir ku ewê di şopa şehîdan xwe bigihêjin serketinê. Karayilan got, "Têkoşîna me ya avakirina jiyaneke azad û demokratîk, dê her tim di bin fermandarî û pêşengiya wan de mezin bibe."

Karayilan di merasîma bi beşdariya hejmareke zêde gerîlayan de wiha axivî:

"4'ê Kanûnê di têkoşîna me de rojeke berxwedanê ye, ku tê de şehadetên gelekî girîng rû dan. D, 4'ê Kanûna 2007'an de fermandarê mezin Adil, Gulbahar, Serdem, Harûn û hevrêyên wan şehîd ketin. Di 4'ê Kanûna 2000 de Rustem (Yucel Zeydan) û 20 heval şehîd ketin. Dîsa di 4'ê Kanûna 1989'an de li Ava Mezin (Çemê Dîcle) Muhîttîn, Ahmet, Zinar, Zozan û di dewama vî şerî de li Çiyayê Cûdî 9 heval bi berxwedaneke mezin şehîd ketin. Di kesayetiya van hemû lehengan de em tevahiya şehîdên xwe yên di têkoşîna azadiyê ya Kurdistanê de gihaştine şehadetê bibîr tînin û dibêjin, 'Ey şehîdên me bila ruhê we şad bibe! Çeka we li erdê nema û dê nemîne. Ala ku we radestî me kirine roj bi roj bilind dibe, têkoşîna me digihêje serketinê. Dirûşma we ya 'Bijî Serok Apo', û 'Bijî Kurdistan' îro di jiyanê de cihê xwe dîtiye û milîtanên PKK'yî îro ji bo azadiya Rêber û welatê xwe, gihaştine astekek dîrokî.' Em careke din soz didin van şehîdên leheng ku heta rojên azad û demokratîk emê di rêya wan de bimeşin. Têkoşîna me ya avakirina jiyana azad û demokratîk, dê her tim bi fermandarî û rêbertiya wan mezin bibe.

Ji Dêrika Hemko heta Geverê, tevahiya qada Botan û Şemzînanê di Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê, bi taybetî jî di berxwedana çekdarî de xwedî cihekî girîng e. Qada Botanê, li ser bingeha îdeolojiya Rêber Apo di warê pêşvebirina gerîlatiya Kurdistanê de her tim roleke stratejîk lîstiye. Ev di destpêkê de wiha bû, îro jî bi heman rengî ye. Ji qada Botanê gelek leheng derketin. Yek ji van lehengan jî bêguman hevalê Adil e. Hevalê Adil bi rola xwe ya di pêşxistina şer û temsîlkariya ruhê êrîşê de, di têkoşîna gerîla de cihê xwe bi tîpên zêrîn neqişand. Ev yek di têkoşîna li dijî dijmin de bi keda xwe, bi berxwedana xwe û bi xwîna xwe nîşan da. Egîdên mîna Adilan ji vê herêmê, ji qada Botan-Şemzînanê gelekî derketin holê. Yên ku îro rêya wan dişopînin gelek in. Şopdarên Egîd û Adilan, Kerîm Şirnex, Reşîd Serdar û herî dawî jî hevalê Cesûr kedeke mezin dan vê qadê û berxwedaneke mezin bi pêş xistin. Qada Botan-Şemzînanê bi jin û mêrên xwe, bi zarok û ciwanên xwe, bi kal û pîrên xwe re di Şoreşa Vejîna Kurdistanê de destanên lehengiyê nivîsand. Û ji gelek herêmên Kurdistanê ciwan herikîn vê qadê. Berxwedana li vê qadê bi pêş ket berxwedaneke neteweyî bû. Ciwanên Kurd ên ji her parçe û qadên Kurdistanê hatin Botanê bi Egîdên Botanê re bûn yek û têkoşîna gerîla ya azadiya Kurdistanê bi vî rengî geş bû.

'JÎNDARKIRINA ŞEHÎDAN BI GERÎLATIYA NÛJEN-PROFESYONEL DIBE'

Neteweyîbûn û fedekariya îro bi pêşengiya Egîdan derketiye holê, cesareta di kesayetiya Adilan, Reşîdan, Rojînan, Çîçekan xwe daye der, ji bo serketin û pêşeroja gelê Kurd nîşaneya mizgîniyê ye. Berxwedan û federkariya wan, îro jî ji bo me mînak e. Eger em di şopa van lehengan de, bi ruh, cesaret û fedekariya Apoyî û bi rêbaz-takîkekek rast beşdarî Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê bibin, serketin ji sedî sed e. Îro li ser bingeha ruhê van şehîdên me yên leheng afirandine, HPG ji nû ve xwe birêxistin dike. Divê gerîlayê azadiyê yê Kurd hîn bêtir bi pêş bikeve û bigihêje asta gerîlayên nûjen-profesyonel. Rêya jîndarkirina van Egîdan, afirandina gerîlayên hîn bêtir xwedî performansa îdeolojîk, polîtîk û leşkerî ye. Ji ber vê yekê divê em bi ruhê Adilan, Rusteman, Muhîttînan, Reşîdan, Rojînan, Mehmetan, Huseyînan, Xebatan û hemû şehîdan xwe nû bikin û xwe bikin hêza serketinê.

Gelê me îro li Rojavayê Kurdistanê li ber xwe dide. Berxwedana bi pêşengiya Xebatan, Dilovanan, Çekjînan û Warşînan bi pêş ket careke din nîşan da ku ruhê berxwedanê yê Adilan li ku be, li wir serketin heye. Lewma divê em ji bo serketinê di şopa van şehîdên xwe yên leheng de bimeşin, Projeya Ji nû ve Avabûnê pêk bînin û li ser vê bingehê ruhê Adilan û Reşîdan bêmirin bikin. Li ser bingeha sekna gerîlayê azad ê di şopa şehîdên leheng de dimeşin, dê têkoşîna me mezin bibe û ev yek wê gelê me bibe serketinê. Ev leheng dê bi vî rengî ebedî bibin. Ewê her tim di têkoşîna me de bijîn, ti carî nemirin. Ji ber ku şehîdên me namirin."

Li dû merasîmê Fermandarê Biryargeha Navenda Parastina Gel Mûrat Karayilan bi hêzên gerîla re li ser pêvajoya siyasî û "girîngiya şehîdan di tevgera PKK'ê de" civînek lidar xist.