Karayilan: Peywirên girîng dikevin ser milê KNK’ê
Karayilan: Peywirên girîng dikevin ser milê KNK’ê
Karayilan: Peywirên girîng dikevin ser milê KNK’ê
Serokê Konseya Rêveber ya KCK’ê Murat Karayilan, ji bo lijneya giştî ya KNK’ê û li Brukselê didome peyamek şand. Karayilan destnîşan kir ku di pêvajoya nû de û di amadekariyên konferansa netewî de peywirên girîng dikeve ser milê KNK’ê û got: “Demildest divê gelê kurd stratejiya xwe diyar bike.
Karayilan di destpêka axaftina xwe de hemû kesên tevli lijneyê bibû silav kir û ji bo xebatên wan sekftin xwest.
Karayilan di bedewamiya axaftina xwe de wiha got: “ We dubare, ez ji bo endamtiya KNK’ê layik ditîme. Ji bo vê yekê ez ji civata we re spasiyê xwe pêşkeş dikim. Wek endamekî KNK’ê erkên bikevin ser milê min ji bo ez bicih bînim çi ji destê min bê ez ê bikim. Ji bo yekîtiya gelê me, ji bo azadiya gelê me, ji bo serfiraziya tevahî gelê Kurdistan û gelê herêmê her karê bê pêş min ez ê wek karekî pîroz bibînim. Soz didim ku di pêkanîna erkên di vê çarçoveyê de dikevin ser min ez ê bê kêmanî pêkbînim.”
EM DI QONAXEKE GIRÎNG DE DERBAS DIBIN
Karayilan wiha pê de çû: “Îro herêma Rojhilata Navîn û welatê me Kurdistan di qonaxeke girîng re derbas dibe. Pêşveçûnên li herêmê û li welatê me ji bo azadiya gelê Kurd derfetên dîrokî avakirine. Bi taybet li kêleka destkeftiyên Başûrê Kurdistan li Bakurê Kurdistan sala bihûrî hemleya Tevgera me birêxistiye encamên girîng derxist holê. Têkoşîna Azadiya Kurdistan bilind bû û dagirkeriya Tirkiyê xetimand û rê vekir ku serdema çareseriyê têkeve rojevê. Heman demî li Rojavayê Kurdistanê hemleya bi rêketî di 19’ê Tîrmeha 2012’an de gihişt asta şoreşê. Îro pêvajoyeke şoreşî li Rojavayê Kurdistan berdewam dike. Heman demî gelê me li Rojhilatê Kurdistan xwe diparêze û xwe amade dike. Ev pêşveçûnên li welatê me çêbû di herêma Rojhilata Navîn de stratejiya Kurd xurtkir û di hevsengiya herêmê de gelê Kurd kir hêzekî li pêş.”
PÊVAJO BO TEVAHÎ KURDISTANÊ GIRÎNGE
Karayilan diyar kir ku li ser esasê van pêşveçûnan Rêber Apo li Bakurê Kurdistan ji bo çareseriya demokratîk pêvajoyek nû daye destpêkirin û got: “Ev pêvajoya nû ne tenê ji bo Bakurê Kurdistan, ji bo tevahî Kurdistan girînge. Ger ku li Bakurê Kurdistan dagirkeriya Tirkiyê ji siyaseta înkarê dest berde, hebûn û azadiya gelê Kurd bipejirîne ev ji bo tevahî Kurdistanê derfetekî nû vedike. Ji bo bi temamî pirsgirêka Kurd çareser bibe. Bingehekî xurt wê ava bike. Ev pêvajoya nû Rêber Apo pêşxistî bi hişmendiyeke nû, projeyeke çareseriyê ji bo pirsgirêka Kurd û ji bo tevahî Rojhilata Navîn pêşkeş dike. Derfet avabûne ku pirsgirêka Kurd çareser bibe. Heman demî di Rojhilata Navîn de jî ji bo çareseriya siyasî, ji bo dîalogê rêyeke nû veke.”
PÊŞKETINEKE DÎROKIYE
Karayilan wiha got: “Ev pêşketinên pir girîng û dîrokî ne. Ji bo van derfetan em wek neteweyên Kurd bikarbînin û pirsgirêka Kurd çareser bikin û gelê Kurd azad bikin. Di vê dema dîrokî de divê platformeke ku hemû aliyên Kurd ve pêş bikeve. Îro nabe pêwîstî bi konferanseke netewî heye. Ji bo vê yekê Rêber Apo ji bo 4 konferans çêbibin bangek pêşxistiye. Bi taybet ji van 4 konferansan yek û ya herî girîng konferansa netewî ye. Em wekî KCK ji bo ku konferanseke netewî di ev dema de çêbibe me li Kurdistan komîteyeke hevdîtin û dîalog amade kiriye. Heta niha ev komîte li Başûrê Kurdistan bi gelek rêxistin û sazî re hevdîtin çêkiriye û hemû aliyên ku hevdîtin çêkirine ji bo platformeke netewî helwestên xwe erênî pêşkeş kirine. Lê di vê derheqê de hîn bi temamî zelalî çênebûye. Divê xebat berdewam bibe.”
DIVÊ HEMÛ ALÎ BEŞDAR BIBI
Karayilan got ji bo avakirina platformeke netewî gava yekemîn avêtine û wiha got: “Hûn wekî KNK platformeke netewî ne, lê divê hemû alî werin beşdar bibin. Heta niha ji bo di kongreyê de di bin sîwana KNK’ê de her kes yek be gelek hewldanên me û we çêbûn. Lê wisa dixûye ku destpêk platforemeke bi şêwazê konferans mirov amade bike wê baştir bibe. Ger ku serkeftî be piştre tevgerkirina kongrê û endamtiya KNK’ê dibe têkeve rojevê. Ji bo vê yekê divê niha em hemû hewlbidin ku konferasneke netewî çêbibe, ji bo hevkariya milî û ji bo çareserkirina kêşaya Kurd bi rê û rêbazên aştî û siyasî biryaran bigire. Û stratejiya gelê Kurd zelal bike. Pir zêde pêwîstî bi vê yekê heye.”
Karayilan pêşniyar kir ku civata KNK’ê ji bo avakirina platformeke netewî -weke konferanseke netewî – heyetekî amade bikin û li kêleka heyeta KCK’ê wekî heyeta KNK’ê têkevin dewrê û rola xwe bilîzin.
Karayilan di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Bêgûman hewceyî heye ku bi beşdarbûna hemû aliyan komîteyeke amadekariya konferansa netewî amade bibe. Ji bo vê yekê ger ku civata we biryar bigire û heyetek xebat bike wê di cihê xwe de be û em bawer dikin ku di ev dema dîrokî de wê karekî serkeftî pêş bixîne. Ez hêvî dikim ku di ev dema dîrokî de wê xeyala gelê me, xeyala sed salan bibe heqîqet. Gelê Kurd di platformeke netewî de wê bibe yek û di herêma Rojhilata Navîn de wek welatekî azad û demokratîk bi serfirazî bigihêje jiyanek azad û wekhev. Bi vê hêvî û bi vê baweriyê di ev dema dîrokî de em ê ji her demê bêhtir bi her şêwazî fedakarî û xebata pîroz bilind bikin û bi avakirina welatekî azad ruhê tevahî şehîdên Kurdistanê şad bikin. Li ser vî esasî ez cardin we hemûyan ji dil û can silav dikim. Ji bo we birêziyê xwe pêşkeş dikim û di xebata we de ji bo we tevahiyan û ji bo KNK’ê serkeftinê dixwazim.”