Karayilan: Niha jî baweriya me bi hêza me heye
Karayilan: Niha jî baweriya me bi hêza me heye
Karayilan: Niha jî baweriya me bi hêza me heye
Serokê Konseya Rêveber a KCK’ê Mûrat Karayilan diyar kir ku baweriya wan bi aşitî û biratiya gelan heye û got: “. Eger na, wek tevgera azadiyê em dikarin şer bikin û gelê xwe bigihînin azadiyê. Ew hêza me jî heye.” Karayilan bal kişand ser rola Herêma Kurdistanê di pêvajoya çareseriyê de û got: “Bê guman bi taybetî di vê qonaxa hestyar de bendewariyeke me ya mezin ji berpirsên Başûr heye” û wiha domand: “Em doz jî dikin ku bi awayekî erênî û fermî hewl ji bo mayina hêza me li Başûrê Kurdistanê bê dayin. Di heman demê de çavên me li piştgiriya tevaya qadên gelê me ye.”
Serokê Konseya Rêveber a KCK’ê Mûrat Karayilan ku piştî daxuyaniya 25’ê nîsanê ku tê de hate ragihandin ku dê hêzên gerîla ji 8’ê gulanê ve dest bi vekişîna ji Bakûrê Kurdistan û Tirkiyeyê bikin, ji rojnameya Rûdaw a Başûrê Kurdistanê re axivî.
NIHA JÎ BAWERIYA ME BI HÊZA ME HEYE
Karayilan got: “Dema em behsa aştiyê dikin, ji ber ku baweriya me bi aştî û biratiya gelan heye. Eger na, wek tevgera azadiyê em dikarin şer bikin û gelê xwe bigihînin azadiyê. Ew hêza me jî heye. Ji wê rojê heta îro baweriya me bi me hebû. Niha jî baweriya me bi hêza me heye. Ev jî di qonaxa siberojê de aşkere dibe. Me çareserî divê. Lê çareseriyeke bi rûmet. Dema em ji bo çareseriyê gavê davêjin, pêwîst e hûn pişta me bigirin û piştgiriya me bikin. Lewma em bang li her kesekî dikin ku piştgiriya xebata azadiyê bikin.”
REWŞ Û QONAX CÛDA NE
Karayilan diyar kir ku di warê paşvekişînê de ezmûneke baş a gerîlayan heye û diyar kir ku rewş û qonaxa pêvajoya vê carê ji ya 1999’ê cûda ye. Karayilan got: “Vekişandina me ya niha di demekê de ye ku xebata me bihêz e. Lewma ev vekişandin ne wek qonaxa 1999’ê ye, ku yekalî bû. Baweriya me bi rêberatiya me û baweriya me bi me ye ku em dikarin vê qonaxê ber bi pêş ve bibin. Daxwaza me ya sereke ew e ku pirsa kurdî bi awayekî demokratîk bê çareserkirin. Ev e helwesta me ya sereke, ji vî alî ve em gellekî bi coş in. Lê em nabêjin ku her tişt baş e û hemû tişt çareser bûye, na hemû tişt çareser nebûye. Ev jî ji me re babeteke bingehîn e. Bê guman biryar ewqasî ne hêsan bû, lê bi hemû awayan baweriya me bi serokatiya me heye û em jê piştrast in. Lê di egera derketina her êriş û operasyonekê de jî, bê guman berxwedana gelê kurd û gerîlla divê. Bila ti kes û alî di vî warî de ti gumanên wan nebin. Di dema vekişandina gerîllayan ji Bakurê Kurdistanê ber bi Başûrê Kurdistanê ve, di wê demê de êrişa artêşa Tirkiyeyê bi wateya ragirtina vekişandinê tê. Hêzên me jî mafê wan ê bersiva parastin û bervedêriyê heye.”
PÊNGAVÊN DIVÊ BÊN AVÊTIN
Karayilan pêngavên ji bo pêşveçûna çareseriyê wia rêz kir: “Ev gavên ku pêwîst in di vê qonaxê de bimeşe, agirbest, vekişandin, piştî vekişandinê guhertina yasayî pêk tên. Her wiha li ser bingeha wan guhertinan çareserî û gava asayî. Rakirina berbesta mezin a li pêşiya demokratîzebûna Tirkiyeyê, çareseriya pirsa kurd e. Bi wê gavê jî ne ku tenê li Tirkiyeyê lê belê li Sûriyeyê û Îranê jî rê li ber çareseriya pirsa kurdî vedibe. Bandora wê li qezencên Başûrê Kurdistanê jî dibe. Herwiha demokratîzebûna Tirkiyeyê dibe nimûne ji bo demokratîzebûna Rojhilata Navîn.”
Karayilan got: “Gerîlla çekan danaynin. Tenê vekişandin û bêdengkirina çekan e, ne ku çekdanîn e. Gerîlla jî ku vedikişin çekên xwe tînin. Em bi awayê dirust kar dikin.”
Karayilan bersiv da pirsa “Tê gotin ku Îran ji danûstandina di navbera PKK’ê û Tirkiyeyê de ne dilxweş e?” û got: “Ev qonax sûda wê li seranserê herêmê û Îranê jî heye. Em hêvîdar in ku ew jî piştgiriya vê proseyê bikin.”
JI BO MAYINA GERÎLAYAN LI BAŞÛR DIVÊ HEWLÊN FERMÎ BÊN DAYIN
Karayilan bal kişand ser bendewariya ji Başûrê Kurdistanê û mîsyona Herêma Kurdistanê û got: “Bê guman bi taybetî di vê qonaxa hestyar de bendewariyeke me ya mezin ji berpirsên Başûr heye. Serokatiya Herêma Kurdistanê û kak Mesûd Barzanî her wek çawa berê piştgiriya prose û pêvajoyê kirin, niha jî em heman bendewariyê ji wan dikin. Ji aliyekî din ve jî piştgiriya hikûmeta Herêma Başûrê Kurdistanê û Birêz Nêçîrvan girîng e. Me roleke kak Nêçîrvan Barzanî ya erênî di dema çûyî de dît. Em wiha hizir dikin ku ji bo vê qonaxê jî kak Nêçîrvan her alîkar û piştgir be. Her wiha bendewariya me jî heye, wek berê jî me ragihandibû. Em doz jî dikin ku bi awayekî erênî û fermî hewl ji bo mayina hêza me li Başûrê Kurdistanê bê dayin. Di heman demê de çavên me li piştgiriya tevaya qadên gelê me ye.”