Karayilan nameyek vekirî ji gundiyên Konak û Kersanê re şand
Karayilan nameyek vekirî ji gundiyên Konak û Kersanê re şand
Karayilan nameyek vekirî ji gundiyên Konak û Kersanê re şand
Fermandarê Biryargeha Navendî ya Parastina Gel Mûrat Karayilan nameyek vekirî ji malbatên 6 gerîlayên ARGK’ê (Metîn Ceylan, Mehmet Salih Ceylan, Erdal Ceylan, Bedredîn Kaya, Mucahît Kaya û Celal Sezer) ên di navbera salên 1994-1997’an de li Botanê jiyana xwe ji dest dayîn û rojên borî ji aliyê Komîteya Malbatên Şehîdan ya KCK’ê ve hatîn aşkera kirin re şand û sersaxî ji malbatê xwest.
Di nameyê de Karayilan got, “Ez bûme şahidê egîdî, fedekarî û qehremaniyên hemûyan” û da diyarkirin ku, 6 gerîlayên jiyana xwe ji destine mînakin ji bo ciwanên herêmê.
Nameya ku ji malbatên Ceylan, Kaya û Sezer ên gundên Kersan yê girêdayî Pirsûsê û gundê Konak yê ser bi Bêlecûk yê Rihayê ve wiha tê gotin:
“Ji gundiyên binirx ên Konak û Kersanê re;
Ji malbatên pir binirx ên Ceylan, Kaya û Sezer re;
Di serî de bi hestên pir gerim we silav dikim, ez we hemûyan birêz himbêz dikim. Ez di jiyana we ya têkoşînê de, tenduristî, kêfxweşî û serkeftinê dixwazim.
Weke ku hûn jî dişopînin, îro têkoşîna me gihaye astekî girîng û dîrokî. Têkoşîna me ya ku ji sifrê destpê kir û bi ked û hewildanên pir mezin giha vê astê bêgûman em vê dengdarên şehîdên xwe ên qehremanin. Tu şahadet vale neçûne, her yek ji wana bûye sedema pêşdeçûna vê karwanê.
Hêj di serî de meşaleyên ku Heqî Karek, Xelîl Çavgûn û Omer Kayayan pêxist, îro bûye meşa bimilyonan kesan. Zarokên we Metîn Ceylan (Mahîr), Mehmet Salih Ceylan (Zinar), Erdal Ceylan (Şêxo), Bedredîn Kaya (omer), Mucahît Kaya (Baran) û Celal Sezer (Dilbirîn) ji Rihayê hatin û li Botanê beşdarî têkoşînê bûn. Ev helwestekî pir biwate, biesil û mirovî bû.
Ev derketina egîd û fedekar ya van ciwanan, bikirin û pratîkên xwe her yek ji wana destanek ya qehremantiyê ne. Ew ji Rihayê hatin û egîdiya Apoyî ya li Botanê bilind bû egîdî lê zêdekirin. Min di pratîkê de şansê naskirina wan dît û ez bûm şahidê egîdî, fedekarî û qehremaniya her yek ji wan. Ev egîdên di pratîkê de bi cesaret û fedekariyek pir mezin şer kirin û di rêya Omer Kayayan de bûne milîtan û bûne fermandar. Di aliyê mirovahiyê de jî ji hemû ciwanên herêmê re bûne mînak.
Ji bo we çi keyfxweşiye ku we mirovên wiha bicesaret, bi rûmet û xweşik mezin kirine. Ji bo we çi keyfxweşiye ku di nava malbata we de egîdên wiha, temenê wan biçûk lê dilê wan pir mezin derketin. Hûn dayîk, bav û xwişk û birayên her yek ji wan hevalên me Metîn, Mehmet Salih, Erdal, Bedredîn, Mucahît û Celalan çiqasî pê serbilind bin û bigûrûrbin hûn mafdarin, di cihê xwe de ye. Ez dizanim dayîka Metin xwişka min Adîle wefat kiriye; ji xwe ew xemek cûdaye.
Bawer bikin ku, şahadeta van hevalan herî kêm qasî we, belkî zêdetir jî rêhevalên wan, em pê êşane. Lê belê em dê di rêya wan de bimeşin, xwedî li doza wan derbikevîn, dê bîranînên wan bidin jiyan kirin û wan bê mirin bikîn. Ez di wê baweriyê de me ku hûn jî wan hestan jiyan dikin.
Ez sersaxiyê ji we malbatên van egîdan dixwazim. Ez daxwaza sebrê û metanetê dikim. Ez hemû ciwan, jin û zilamên herdu gundan bi heskirin û rêzek mezin silav dikim. Ji bo we di hemû aliyê jiyanê de serkeftinê dixwazim.
Bi hêviya rojên xweş, azad û demokratîk we silav dikim.
Silav û heskirin…”