'Jiyaneke bi hev re a Tirk û Kurd di nav PKK’ê de pêkan e'
'Jiyaneke bi hev re a Tirk û Kurd di nav PKK’ê de pêkan e'
'Jiyaneke bi hev re a Tirk û Kurd di nav PKK’ê de pêkan e'
Metîn Aslan ku yek ji kadroyên dema îdeolojîk ên PKK’ê ye, di sohbeta me ya der barê yek ji kadroyên pêşengên Tevgera PKK’ê Hakî Karer de balê dikişîne ser şert û mercên pêvajoya ku Hakî Karer têkoşînê pêş dixe û wiha pêde diçe: “Eger mirovek ji sibehê heya êvarê bi karkerên demsalî re kar bike û piştre jî bêyî bisekine, karê xwe yê îdeolojîk bide meşandin xwedî hêzeke bêhempa ye. Li vir divê mirov baş fêm bike ku bawerî û têgihiştineke heya dawî ya îdeolojîk heye. Hakî Karer, di şert û mercên wisa de şoreşgertî kiriye. Li Entabê yê Hakî û perwerdeya Wî dîtibe ne gengaz e, bandor nebûbe. Hêzeke Hakî ya bêhempa ya dana fêmkirin û nîqaşê hebû. Jixwe eger hêzeke sîstematîk a fikirandinê ya bêhempa nîn be, ne gengaz e ku ew qas tişt pêk bên. Ji ber xwedî hêzeke wisa bû ku pirr zû kesê li hemberî xwe îqna dikir. Rastiya heyî pirr zû bi însanan dida fêmkirin. Helbet hewldanên Hakî Karer tenê bi wan ve ne bi sînor bû.”
Aslan wiha didomîne: “Di wan salan de bi alîkariya dewlet, kontrgerîlla û Amerîka, hewldan tên pêşxistin ku bi derfetên hatine dayîn tevgerên şoreşger ên Tirkiyeyê û şoreşa Kurdistanê bên astengkirin. Armanc pêşîlêgirtina wan tevgeran, bêtesîrkirin û têkiliyên wan tevgeran bi gel re qutkirin bû. Ji bo pêşîlêgirtina ramanên tevgerên ciwanên demokrat û şoreşger ên li ser civak û çîna kedkaran; di pêşengiya MHP’ê de tevgera faşîst hat rêxistinkirin. Û ew berdan ser tevgerên şoreşger û demokrat. Wek li her deverên Tirkiyeyê, li Kurdistanê jî rewş bi heman awayî bû. Ji bo vê jî têkoşîna antî-faşîst a li hemberî wan hêzan pirr girîng bû. Têkoşîna li dijî faşîzmê ji bo me êdî wezîfeyek bû. Hakî Karer bi mîsyona ku li Enqereyê di nav xwendekarên ciwan de girtibû ser xwe li Entabê jî di berxwedana li dijî faşîzmê de xwedî roleke girîng bû. Di nav tevgera PKK’ê de kadroyan, çêkirina bombeyên destan ji Hakî Karer fêr bûn. Ên fêr bûn jî fêrî hevalên xwe yên dîtir dikirin. Li Entabê di encama vê têkoşînê de di demeke pirr kurt de Koma Apoyî pêşketineke mezin çêkir. Hakî Karer, şahidî ji hewldanên Rêber Apo yên ji bo têkoşîneke hevpar a di navbera gelan de kir. Ên ku nehiştin ew yek bi ser bikeve jî tevgerên dijber bûn. Hakî, di mijara têkoşîna hevpar a bi Rêber Apo re tu caran dudilî nejiya. Hakî Karer yekser tevlî Rêbertî bû û wek kadroyekî pêşeng di pêvajoya îdeolojîk de cih digire.”
‘RÊYA ŞOREŞA TIRKIYEYÊ DI ŞOREŞA KURDISTANÊ DE DERBAS DIBE’
Metîn Aslan gotinên xwe wiha didomîne: “Hakî Karer, di nav PKK’ê de temsîla mirovên bindest, çîn kedkar, gelên li Tirkiyeyê, yên ku ji ber ziman, dîn û çanda xwe tune hatine hesibandin dike. Ev çi Laz, Çerkez, Tirk û Kurd dibin, temsîla hemû gelên li Tirkiyeyê ye. Ew dibe dengê hemû gelên bindest ên li Tirkiyeyê. Wek wijdanê gelê Tirk di nav tevgera PKK’ê de cih digire. Wek wijdanê kedkarên Tirk di nav Tevgera Apoyî de cih digire. Hakî Karer aşkere dike ku heya şoreşa Kurdistanê pêk neyê û bi ser nekeve wê şoreşa Tirkiyeyê bi ser nekeve. Wê li Tirkiyeyê sosyalîzm û demokrasî pêk neyê. Ji ber ku ji vê rastiyê bawer dike di nav vê tevgerê de cih digire. Ji bo vê dibêje ‘Rêya şoreşa Tirkiyeyê di şoreşa Kurdistanê de derbas dibe.’ Bi vê yekê re jî şoreşa Tirkiyeyê armanc e ji bo Hakî. Eger li Tirkiyeyê şoreşek çêbibe, beriya her tiştî pêwîst e, pirsgirêka Kurd û şoreşa Kurdistanê pêk bê. Hakî Karer yek ji kesên ku ew tespît kiriye. Ji bo vê jî cihê Wî yê di nav Tevgera Apoyî de banga yekgirtin û li derdora heman armancan kombûna gelên Tirk û Kurd, kedkarên Tirk û Kurd, jinên Tirk û jinên Kurd, ciwanên Tirk û ciwanên Kurd in. Sekn û tevlîbûna Hakî Karer a di nav tevgera PKK’ê de tê vê wateyê. Hakî Karer wan tiştan tenê bi teorî pêş naxe; ew mirovê şoreşê ye. Milîtanekî pêşeng e. Bi jiyan, tarz û têkoşîna xwe, vê yekê pêk tîne. Wek kedkarekî bi awayekî dilnizm dijî û wek kedkarekî kar dike. Her wiha wek entelektuelekî mezin jî di nav perwerde û xebatên îdeolojîk de jî cih digire. Dema ku vê yekê jî dike, heya dawî dilnizm û bêhnfireh tevdigere. Her tim qezenckirina însanan esas digire. Bi enerjiyeke bêhempa tevdigere. Ji bo armanca xwe bi her awayî fedakartiyê dike. Hakî Karer şoreşê 24 saetan dijî. Sosyalîzmê ne wek utopyayeke ku di demên pêş de were jiyan, berevajî vê wek tarzekî jiyanê ku di her kêliyê de divê bê jiyan digire dest û dinirxîne. Rojane wek sosyalîstekî dijî û di her kêliya jiyanê de wek komunîstekî kar dike û jiyaneke wisa ji bo xwe esas digire.”
Aslan wiha didomîne: “Dema ku Hakî Karer tê nirxandin, ne tenê aliyê Wî yê îdeolojîk, milîtanî û kedkar; pêwîste mirov bi pirr aliyan Wî bigire dest û binirxîne. Hakî Karer bi her awayî şoreşger bû. Jixwe nêzîkatiyên Rêber Apo yên ji Hakî Karer re jî wisa ne. Rêber Apo Hakî Karer wek temsîla gelê Tirk dibîne. Û li ser vê bingehê nêzîkatiyan raber dike. Heya dawî fermî û ciddî bû. Dema ku mirov bi Hakî re nîqaş dikir, mîna ku bi xwe re nîqaş dikir. Rêber Apo, çawa ku tu li hemberî rêberê tevgerekê bi rêzdarî tevbigerî, wisa nêzî Hakî dibû. Rêber Apo ji bo vê dibêje; ‘Hakî Karer îfadeya bi hevrebûna gelê Tirk û Kurd e.’ Pêwîst e têkiliya di navbera Rêber Apo û Hakî Karer de wek têkilî û tifaqa di navbera Rêberên du gelan de bê destgirtin.”
‘JIYANEKE BI HEV RE A TIRK Û KURD DI NAV PKK’Ê DE PÊKAN E’
Aslan, balê dikişîne ser ferasetên neteweperest ên rû didin û wiha dibêje: “Di roja me ya îro de hin neteweperestên Tirk û Kurd didin diyarkirin û dibêjin; ‘Ne gengaz e Tirk û Kurd wekhev bin. Wê çawa gelê Tirk û Kurd wekhev bi hev re bijîn?’ Ew yek çawa dikare pêk bê? Eger bixwazin vê yekê fêm bikin, hewce ye çavdêriyekê li serpêhatiya Rêber Apo û Hakî Karer bikin. Wan çawa karîbûn bi hev re bijîn û wê jiyana bêhempa parve bikin. Ji bo vê fêmkirina jiyana Rêbertî û Hakî Karer bersiva herî hêja ye. Jiyaneke bi hev re, jixwe di nav PKK’ê de pêkan e. Di nav PKK’ê de Tirk û Kurd gihane hev. Şoreşgerên Tirk ên ji raman û îdeolojiya Hakî Karer, bandor bûn û bûne şopdarê Wî, îfadeya vê yekê ne. Bersiva herî baş a ji bo pirsa: ‘Gelo wê gelê Kurd û Tirk bikarin bi hev re bijîn û jiyaneke hevpar ava bikin?’ Di nav PKK’ê de hatiye dayîn. A rast ji vê saetê şûnde, pêşxistana nîqaşeke bi wî rengî tewş e. Li ser vê bingehê têkiliyeke heya dawî azadîxwaz, wekhev û xwe bispêre biratiya gelan; mirov dikare di têkiliyên Hakî Karer û Rêber Apo de bibîne. Mirov nikare têkiliyeke bi wî rengî di nav partî, saziyên civakî û heta rêveberên wan partiyan de jî bibîne. Di nav AKP’ê de jî parlamenterên Kurd hene, lê belê Erdogan çi qasî wekhev nêzî wan Kurdan dibe. Gelo mirov dikare di nav têkiliyên van de behsa wekheviyekê bike? Lê belê dema em li têkiliyên Tirk û Kurd ên di nav PKK’ê de dinihêre, heya dawiyê têkiliyeke wekhev, azadîxwaz a xwe dispêre îradeyeke azad derdikeve holê. Ne gengaz e, mirov vê yekê nebîne. Eger têkiliyên di navbera Tirk û Kurdan de ji nû ve bên terîfkirin û formulekirin, hewce ye têkiliyên di navbera Rêber Apo û Hakî Karer esas bên girtin. Biratî, wekhevî û li ser esasê îradeya azad bihevrebûn ancax wisa dibe.”
Aslan wiha didomîne: “Bi qetilkirina Rêheval Hakî Karer xwestin ku hevgirtina di navbera Tirk û Kurdan de xera bikin û ew yek hedef girtin, lê bi ser neketin. Hedefgirtina Hakî Karer ne bûyereke tesadûfî bû. Hakî Karer bi zanebûn û plankirî hat hedefgirtin. Dema ku Hakî Karer hat qetilkirin, Rêber Apo li Enqereyê bû. Rêber Apo dema şehadeta Hakî Karer dibihîze wiha dibêje: ‘Di aliyê min ê herî bi hêz de li min xistin.’ Rêber Apo di tevahiya jiyana xwe de cara destpêkê li pey şehîdê mezin Hakî Karer giriyaye. Bi şehadeta Heval Hakî dixwestin peyama, ‘Eger hûn bi hevgirtina Tirk û Kurd, bi hevgirtina tevahiya civakê bên ser me; em ê jî we tenê bihêlin û em ê wisa bikin ku bê hêza Tirk hûn nikarin tiştekî bikin.’ Ew nêzîkatî di tevahiya têkoşînê de xwe dida hîskirin. Şehadeta Hevalê Hakî Karer û Kemal Pîr bandoreke mezin li ser nifşê ciwan ê wê demê kir û tevlîbûneke mezin a ciwanên Tirk ji tevgerê re çêbû. Lê, di salên paşê de pêleke şovenîzmê hat destpêkirin û hat xwestin ku pêşiya tevlîbûna ciwanên şoreşger ên Tirk bê girtin.”
(Dê bidome)