Jinên Êlihê Zîlan bibîr anî
Jinên Êlihê Zîlan bibîr anî
Jinên Êlihê Zîlan bibîr anî
Endamên Meclîsa Jinên Bajêr a Êlihê bi boneya salvegera şahadeta gêrîlaya PKK’ê Zeynep Kinacî (Zîlan) bernameyek bîranînê pêk anî. Di bîranînê de Hevseroka BDP’ê ya Êlihê axivî û anî ziman ku, ew her tim dê girêdayî bîranîna Zîlanan û Sakîneyan bimînin û soza xurtkirina têkoşîna wan da.
Endamên Meclîsa Jinên Bajêr a Êlihê biboneya salvegera şahaeta gêrîlaya Partiya Karkerên Kurdistan (PKK) Zeynep Kinacî (Zîlan) bernameyek bîranînê pêk anî. Bernameya bîranînê li Hewşa Çayê ya Şaredariya Êlihê pêk hat. Di merasimê de Hevseroka BDP’ê ya Êlihê Rahşan Çarboga, endamên Meclîsa Jinên Bajar a Êlihê, xebatkaranên Navenda Çanda Bihar, endamên Înîsiyatîfa Dayikên Aştiyê û gelek kes amade bûn. Li cihê bîranînê posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, Zîlan û pankartên “Pêngava rizgariya demokratîk û avakirina jiyana azad ku bi rihê Zîlan hatiye fêdaîkirin em silav dikin” û “Em hemû rêhevalên ku dilê wan ji bo azadiyê diavêje silav dikin” hatin daliqandin.
Bernameyê bi deqîqeyek rêz girtinê hate destpêkirin. Piştî rêzgirtinê Hevseroka BDP’a Êlihê Rahşan Çarboga axivî. Çarboga diyar kir ku, ew sal di 30’ê Hezîranê de wek jinên Kurd ji bo bîranîna Zîlan dicivin û got ku çalekî û jiyana Zîlan tenê ne ji bo gelê Kurd û jinên gelê Kurd bû , ji bo hemû jinên 5 hezar sale di bin koletiyê de dijîn bû ye.
‘EM DÊ TEKOŞÎNA ZÎLANAN MEZIN BIKIN’
Çarboga anî ziman ku, çalekiyek wek a Zîlan di cîhanê de tuneye û wiha got: “Em jinên Kurd çiqas bernameyan û bîranîna ji bo heval Zîlan amade bikin jî têrê nake û hindike. Em jin soz didin ku em dê têkoşîna Zîlanan, Besêyan, Sarayan, Sakîneyan, Fîdanan û Leylayan mezin bikin û lê xwedî derbikevin.” Çarboga bal kişand ser bûyera Lîcê û an ziman ku, wekî jin dê bibin şopdarên qetilkirina Medenî Yildirim û dê ji dewletê hesab bixwazin.
Piştî axaftina Çarboga slogana “Şehîd namirin” hate qîrn û ji bo jiyana Zîlan û têkoşîna wê peyama ku hatibû nivîsandin hate xwendin. Pişt re ji bo Zîlan û kesên di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dane li ser jiyana wan sînevîzyon hate pêşandan. Bername bi pêşandana şano û vegotina stranên Koma Rosîda ya girêdayî Navenda Çanda Biharê bi dawî bû.