'Jin azad nebe, bihar nayê'
'Jin azad nebe, bihar nayê'
'Jin azad nebe, bihar nayê'
Endama Komîsyona Amadekar a 1. Konferansa Jinê ya Rojhilata Navîn Ayşe Gokhan da xuyakirin ku guherînên li Rojhilata Navîn ên bi navê "Bihara Ereban" diqewimin, ne bihara jinê ye û got, "Li cihê ku jin lê azad nebe, ti guhertin nabe bihar. Eger jin li destavêtin û destdirêjiyê rast tê, hingî ew bihar bihara mêr e."
Bi banga Hevseroka KCD'ê Aysel Tûglûk û Hevseroka BDP'ê Gultan Kişanak, Tevgera Jinê ya Azad û Demokratîk (DOKH) di navbera 31 Gulan û 2 Hezîranê de li Amedê bi şiyara "Jin, Jiyan, Azadî" 1. Konferansa Jinê ya Rojhilata Navîn lidar dixe. Aktîvîsta Tevgera Jinê ya Azad û Demokratîk û Endama Komîsyona Amadekar a 1. Konferansa Jinê ya Rojhilata Navîn Şaredara Nisêbînê Ayşe Gokhan diyar kir ku amadekariyên konferansê temam bûne û der heqê mijarê de ji ANF'ê re axivî.
Gokhan li ser armanca lidarxistina vê konferansê ev nirxandin kir: "Li erdnîgareke mîna Kurdistanê bi çar perçeyan hatiye perçekirin, em weke jinan me dîtin ku bi tena serê xwe em nikarin azad bibin. Li vê erdnîgariya bi serdestiya mêr, di nava civak û binyatiya malbatê ya bi serdestiya mêr de, hemû derî li rûyê me hatin girtin û bi salan em li dijî vê rewşê têdikoşin. Ya rast şerekî du hezar salan ê li dijî serdestiya mêr tê meşandin, heye. Bi dîroka ji aliyê pergala serdestiya mêr hatiye nivîsandin, tê nîşandan ku ti qabiliyeta jinê tineye û ev propaganda li gelemperiya cîhanê hatiye belavkirin. Em dixwazin bi vê konferansê re, vîn û têkoşîna azadiya jinê li her derê belav bikin, rêxistinbûyîna jinê ya demokratîk xurt bikin, bi reng, vîn û nasnameya xwe bingehên nîqaşa hevpar ava bikin, ezmûnên xwe parve bikin, têkoşîna jinan a li dijî komkujiyên feraseta deshilatdar a mêr û biryardariya ji bo jiyana azad, nîşan bidin."
"SAKÎNE CANSIZ DÎROKA TÊKOŞÎNA JINÊ YE"
Gokhan diyar kir, ku jinên li Rojhilata Navîn tevî ku rola pêşengiyê dileyzin jî heta niha bi hev re têkiliyeke xurt pêk neanîne û pirsgirêkên xwe hevpar nekirine. Gokhan destnîşan kir, ku yek ji sedemên lidarxistina vê konferansê jî eşkerekirina pirsgirêkên hevpar û afirandina rêxistinbûyîneke hevpar a jinên li Rojhilata Navîn e.
Endama Komîteya Amadekar a Konferansa Jinan Ayşe Gokhan bibîr xist ku ew bi salan bi dirûşma "Jin, Jiyan, Azadî" têkoşiyan e û got, "Û me 3 şitlên mîna Leyla, Sakîne û Rojbîn wenda kirin. Li welatekî ku îddîa dike alîgirê demokrasî, rewşenbîrî û azadiyê ye, li paytexta Fransa Parîsê 3 şitil hatin kuştin. Bi Sakîne, Leyla û Fîdan re me dît ku sînorê têkoşîna azadiyê nîne û êşa jinên hatin kuştin jiyan. Yek ji kadroyên pêşeng ên PKK'ê Sakîne Cansiz, di tevahiya jiyana xwe de têkoşîna jinê meşand û bi têkoşîna xwe ya li zîndana Amedê jî, bû dîroka têkoşîna jinê. Ji ber vê yekê, em Konferansa xwe yadî Sakîn, Leyla û Fîdan dikin."
JI 25 WELATAN 250 DELEGE
Gohkan der heqê beşdarên konferansê de jî agahî da û diyar kir, ku wê li gel gerîlaya jin a Fîlîstînî Leyla Xalid aktîvîstên jin ên Fîlîstînî, li gel Rabîb Elhabî aktîvîstên jin ên femînîst ên Misirî, nûnerên Yekitya Jinên Şoreşger ên Afganîstanê, Nepal, Bahreyn, Hîndîstan, Emerîka, Rojavayê Kurdistanê, Rojava, Rojhilat, Başûr û Bakurê Kurdistanê bi giştî wê ji 25 welatan 250 delege beşdar bibin.
Gokhan ragihand, ku wê di konferansê de bi sernavên; Li Rojhilata Navîn Dîroka Civakî ya bi bingeha Jinê û Avakirina Zayedîperestiya Civakî, li Rojhilata Navîn Ezmûna Tevgerên Jinê û Rola wan a di guhertina dawî ya siyasî de, li Rojhilata Navîn Pirsgirêkên Hevpar ên Tevgerên Jinan û Pêşniyarên Çareseriyê, axaftin werin kirin.
"BIHARA ROJHILATA NAVÎN, NE YA JINÊ YA MÊR E"
Endama Komîteya Amadekar a 1. Konferansa Jinê ya Rojhilata Navîn Ayşe Gokhan bûyerên li Rojhilata Navîn di bin navê "Bihara Ereban" de diqewimin nirxand û destnîşan kir, ku heta jin azad nebe ti guherîn nabe bihar. Gokhan got, "Eger jin li destwerdan, destdirêjî û dijwariyê rast tê, hingî ew bihara mêr e. Ji ber vê, ne bihara jinê ye. Û gotina "Bihara Ereban" jî ne em ne jî jinên Rojhilata Navîn, qebûl nakin. Heta ku jin di navgînên rêveberî, dadgerî, avakirina civakî û destûra bingehîn a demokratîk cih negire, guhertin ne guhertinên rastî ne."
"KONFERANSA ME WÊ JI PÊVAJOYA AŞTIYÊ RE PÊŞENGIYÊ BIKE"
Gokhan bal kişand ser pêvajoya çareseriya demokratîk û aştiyane ya pirsgirêka Kurd ku li ser bang û hewldanên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan destpê kir û destnîşan kir, ku 1. Konferansa Jinê ya Rojhilata Navîn, wê ji pêvajoya aştiyê re pêşengiyê bike.
Gokhan ragihand ku ji ber jin ji polîtîkayên êrişkar û tinekirinê yên dewletê ne bawerin, ji bo pêvajo bi selametî bimeşe konên nobedariyê vedane. Gokhan diyar kir ku bi vê konferansê re wê hêz û aktîvîteya jinê hîn bêtir bê dîtin û got, "Em bawer dikin ku ev konferans wê dînamîkeke xurt bîne Rojhilata Navîn û rê li ber azadiyê veke."