Ji PYD’ê peyama 1’ê Gulanê

Ji PYD’ê peyama 1’ê Gulanê

Desteya Rêveber a Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) biboneya 1’ê Gulanê Roja Karkerên Cîhanê daxuyaniyek nivîskî weşand û pîrozbahiya hemû karakeran kir. Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku, tevî hinek koman berê şoreşa azadiyê guhert şereke berjewendiyê, tundî û wêranî bi xwe re anîn jî lê dîsa karker û gelê azadîxwaz hêviya xwe qut nekiriye û pêşengtiyê ji şoreşê re dike.

Di daxuyaniya PYD’ê de hate diyarkirin ku, bi pêşwazîkirina 1’ê Gulanê re gelê Sûriyeyê û Rojavayê Kurdistanê di nava şoreşa azadiyê dijîn, ji her kesî zêdetir karkerên ku bi salane  hatine çewisandin û mafên wan hatiye xwarin, niha rêvebiriya şoreşê dikin. Tevî ku hinek koman berê şoreşa azadiyê guhert şereke berjewendiyê, tundî û wêranî bi xwe re anîn jî lê dîsa karker û gelê azadîxwaz hêviya xwe qut nekiriye û pêşengtiyê ji şoreşê re dike. Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku şoreşa li Rojavayê Kurdistanê û bi taybet projeya xweseriya demokratîk ku niha di piratîkê de ye, li ser bingehê avakirina civaka exlaqî û çareserkirina pirsgirêkên karkeran û jinan xwe bi hêzdike, ji her tiştî zêdetir li gorî hêvî û daxwaza karkerane.

Di berdewama daxuyaniyê de hate gotin ku, li Rojavayê Kurdistanê sîstema xweseriya demokratîk tevî hemû astengiyên ku ji aliyê hinek hêzên derve û yên herêmî ji bo ne serxistina vê sîstemê jî, niha tê avakirin û bûye hebûnek ku tu kes êdî dikare çavên xwe jê re bigere. Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku xweseriya demokratîk ya li Rojava bi bingehê xwe yê exlaqî û mirovî hemû pêkhateyên Rojavayê Kurdistanê li dora xwe kiriye yek.

Di dawiya daxuyaniyê de Desteya Rêveber a PYD’ê 1’ê Gulanê li hemû karkeran pîroz dike û bang li hemû karkeran kir ku, hêza xwe ya rêxistinî avabikin da ku karibin projeyên çareseriyê pêşkêşbikin.