Ji Komîteya Kedkarên KCK’ê peyama 1’ê Gulanê

Ji Komîteya Kedkarên KCK’ê peyama 1’ê Gulanê

Komîteya Kedkaran a KCK’ê di derbarê 1’ê Gulane de daxuyaniyek da û got: “Dem ne dema temaşekirinê ye, dem dema ji her demê zêdetir bilindkirina têkoşînê ye. Têkoşîneke bi vî rengî jî rêxistinbûneke bi hêz tîne.”

KCK’ê daxuyaniyek nivîskî da û ragihand ku, bila 1’ê Gulana 2013’an bibe wesîleya aştî û biratiyê.  Peyama KCK’ê wiha berdewam kir: “Ked afrîneriya herî bi nirx ya mirovahiyêye. Jinên hêza herî bi bandor vê ye çavkaniya hebûna sereke ya civakê ye. Bi hezaran salan berê ku kapîtalîzma modern û kapîtalîzma fînansê hemû nirxên civakê desteser kir xwe îro jî didomîne. Têkoşîna bidestan a li dijî vê berdewam kiriye. Berxwedanên mezin pêk hatine. Pergala derewkar ya dewletê dixwaze nirx û keda mirovahiyê bike bin pergala xwe û tune bike.  Li dijî vê gelan, bindestan, jinan û sosyalîstan têkoşîneke mezin dane meşandin.

di berdewamiya daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Li Kurdistan û erdnîgariya Anatolyayê heta niha gelek berxwedan pêk hatine. Vê berxwedanê ji rojê heta îro tu kelecana xwe wenda nekiriye û heta îro hatiye. Qadên xwedî mîrateya azadî û demokrasiyê de nirxê dide kedê jî. Tevgera Azadiya Kurdistanê ku bi vê mîrateya dîrokî barkiriye, bi tekoşîna xwe ya 30 salî xwedî li keda bindest û kedkran derketiye.  Paradîgmaya Rêber Apo afirandiye, kapîtalîzm tune kiriye û pêngaveke nû ava kiriye. Tevgera azadiya Kurdistanê jî gihiştiye pêvajoyeke nû ya têkoşînê. Di modernîteya demokratîk de cih dane hemû kesên bidest û  form û zihniyeta rizgariya demokratîk afirandiye. Ev feraseteke berxwedan û têkoşînê ya mezine.

Li erdnîgariya Mezopotamyayê ku jiyan ji nû ve şîn dibe, niha şert û mercên jiyaneke azad jî ava dibe. Di pêvajoyeke wisa de  kedkar û bindest  bi ruhê piştevanî û rêxistibûnê 1’ê Gulanê pêşwazî dike. Bi taybet ciwanên Kurd divê bi ruhekê berxwedêr tevlî 1’ê Gulanê bibe. Dem dema ji her demê zêdetir bilindkirina têkoşînê ye. Di têkoşîneke wisa de hewcedarî bi rêxistineke mezin heye. Ji ber vê jî divê  Kurd, Tirk, Laz, Ermenî, Gurcu û hemû gelên Tirkiyeyê di 1’ê Gulanê de bi ruhê yekitî û berxedanê tevlî bibin. Hêviya me ewe ku ev 1’ê Gulanê bibe wesîleya aştiyeke mayînde. Em hemû şehîdên 1’ê Gulanê bibîrtînin û soza xwe ya xwedî derketina bîranîna wan dubare dikin.”