Ji KJB’ê peyama 1’ê Gulanê
Ji KJB’ê peyama 1’ê Gulanê
Ji KJB’ê peyama 1’ê Gulanê
Koordînasyona KJB’ê di derbarê 1’ê Gulanê Cejna Karkeran de peyamek weşand û 1’ê Gulanê pîroz kir.
Di daxuyaniyê de hate diyar kirin ku, ew Cejna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku bi pratîk û paradîgmaya modernîteya demokratîk ji têkoşîna azadiya kedê re pêşengiyê dike, a jinên Kurd, gelê Kurd, kedkar, bindestan pîroz dikin û wih hat gotin: “Çanda Dayiktiyê li ser axa Mezopotamyayê bi têkiliya xweza, axa azad, jina azad û xwezayê re bi hezaran salan jiyaye. Jina ku bi hezaran salan rastî pêkûtiyên mêr hatin. Lê Rêber Apo rastiya jin, mêr û mirovahiyê careke din derxistiye holê. Rêber Apo jinên ku bi salan hatin mêtîgerkirin, kole û bidestkirin, rakir meşa mezin a azadiyê û sosyalîzm gihiştandiye nirx û wateya wê ya rast. Jin ku di dîrokê de cara yekemîn mafê wan hat xespkirin, xwedî li ked û nirxên xwe derket û di heman demê ev xwedî derketin tê wateya înşakirina civakeke azad, yekitiya demokratîk a gelan, dostaniya biratî û xwezayê.
KJB’ê da zanîn ku, ew 1’ê Gulanê di pêvajoyeke dîrokî de pêşwazî dikin û wiha got: “Pêngava avakirinê ya jineke azad û rizgariya demokratîk ya ku serokatiya me pêşxistiye, pêvajoya nû îfade dike. Çareseriya pirsgirêka Kurd û pêşvekirina aştiyeke bi rûmet di heman demê tê wateya pêşvekirina azadî û demokrasiya li Tirkiyeyê. Di şerê îmha û înkarê ya li Kurdistanê de israr, bi qasî pêkanînên dij demokratîk, çavkaniya xizanî, betalî, êşên mezin û bedelên mezine jî. Û bê gûman di van pêvajoyan de her tim jinan êşên mezin kişandine.
Di dawiya daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Di 1’ê Gulanê de di serî de jin, ciwan û gelê me û hemû kedkarên ku mafên wan hatiye xespkirin divê têkoşîna bikin yek û bilin bikin. bê guman ev têkoşîn di rojekê de nayê bicihkirin. Ji vê divê hemû rojên me bi berxwedanên azadiya nirxên mirovahiyê bê derbaskirin. Em hemû şehîdên demokrasî, azadî û kedê bi rêz bibîrtînin. Em soza xwe ya ji bo bilindkirina têkoşîna wan dubare dikin.”