Ji KCK'ê peyama komkujiya Sêwasê

Ji KCK'ê peyama komkujiya Sêwasê

Komîteya Hindikahî û Baweriyan a KCK'ê bi daxuyaniyeke nivîskî, rewşenbîrên Elewî yên di Komkujiya Sêwasê de hatin kuştin, bibîr anî.

Di daxuyaniyê de mejiyê paşverû yê bi komkujiya Sêwasê re hewl da îdealên jiyaneke aştî û wekheviyê ya gelan tine bike, bi tundî hat şermezarkirin û weha hat gotin; "Herçend di ser re bîst sal derbas bûne jî, berpirsyaran cezayên heq kirine, ne girtine. Hukûmeta AKP'ê ji dil nêzî civata Elewiyan nabe û di ser re hewl dide wan ji nirxên xwe yên cewherî dûr bixîne. Li Tirkiyê, her mafên li ser navê Elewîtî, Kurdayetî, Jinê hatine bi dest xistin, dîrhem bi dîrhem hatine stendin."

HEWL HAT DAYÎN ELEWIYAN BIKŞÎNIN NAVA DEWLETÊ Û WAN TINE BIKIN

KCK'ê da xuyakirin ku civata Elewî bi têkoşîna xwe ya nîv sedsalê re, daxwazên xwe yên însanî û demokratîk ên bingehîn xistiye rojeva civaka Tirkiyê. KCK'ê got, "Civaka Tirkiyê hatiye wê nuqteyê ku piştgiriyê dide daxwazên mafdar ên civata Elewiyan. Di vê rewşê de divê Elewî bên naskirin û ji ber neheqiyên lê hatine kirin, lêborîn bê xwestin. Hukûmeta AKP'ê di şûna vê bike de, hewl dide Elewiyan bi dewletê ve girê bide. Di dewsa kiras li mirovan bîne, dixwaze mirovan li kiras bîne û hewl dide civata Elewiyan li gorî qanûnên paşverû rêkûpêk bike. Ti carî civata Elewiyan ne xwestiye di nava dewletê de cih bigire û jê dewletê parekê werbigire. Elewiyan her tim xwestine, dewlet destê xwe ji her qadên baweriyan vekişîne."

ELEWÎ, HÊZÊKE BI BANDOR A DIKARE PÊŞEROJÊ DIYAR BIKE YE

Di daxuyaniya KCK'ê de hat ragihandin ku Elewî êdî bi sozên vala xwe nêzî CHP'ê nakin û rêxistinbûyîna xwe ya demokatîk ava kirine. KCK'ê got, "Elewî êdî li gel Kurd, Jin û Ekolojîstên ji bo demokrasiya Tirkiye û Kurdistanê li ber xwe didin, cih digirin. Ji ber vê Elewî di diyarkirina pêşerojê de hêzeke xwedî bandor e. Dewleta ku di haya vê rewşê de ye, hewl dide Elewiyên ji CHP'ê veqetiyane bi destê AKP'ê bi dewletê ve girê bide. Lê belê Elewî êdî dizanin ku berjewendiya wan bi tifaqa hêzên demokratîk dibe û bi vî rengî tevdigerin."

DIVÊ ELEWÎ LI DIJÎ PAŞVERÛTIYÊ BIBIN YEK

Di dewama daxuyaniyê de weha hat gotin; "Di vê pêvajoya çareserî û rizgariya demokratîk de, dewlet ji bo vê bloka xurt a demokrasiyê qels bike hewl dide civata Elewiyan li dijî tevgera me sor bike. Pêvajoya çareseriyê weke pêvajoyek li dijî Elewîtiyê bi nav dikin. Lê belê di her gavên hatine avêtin de tê dîtin ku bi cihanîna daxwazên Elewiyan weke şertê ferz ê vê pêvajoyê li ser dewletê hatine ferzkirin. Tevgera me her tim ne tenê ya Kurdan xwe weke tevgera azadiyê ya Elewiyan, Êzidiyan, Asûriyan, Ermeniyan, Suryaniyan û hemû gelên din dîtiye. Çareserî jî, besivdayîna ji hemû maf û daxwazên civakê dibe. Mîna ku li Mereş, Çorûm, Sêwas û Gaziyê hat dîtin, Elewî jî yek ji civata bingehîn a vê têkoşînê ye. Bi wesîleya vê roja bîranînê em bang li hemû civata Elewiyan dikin ku li dijî paşverûtiyê bibin yek. Careke din şehîdên komkujiya Sêwasê bi rêzdarî bibîr tînin."