Ji KCK’ê bo 1’ê Gulanê banga avakirina platformeke hevpar

Ji KCK’ê bo 1’ê Gulanê banga avakirina platformeke hevpar

Serokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê di derbarê 1’ê Gulanê cejna Karker û Kedkaran de daxuyaniyek da  û ji bo afirandina pêşerojeke hevpar banga tevlîbûna pêvajoya çareseriya demokratîk û avakirina platformeke têkoşînê a hevpar kir.

KCK’ê bi wesîleya 1’ê Gulanê peyamek weşand û got: “Di serî de gelê Kurd û Tirk, hemû gelên kedkar, kesên azadiya gelan diparêzin, jin û ciwan divê qadên 1’ê Gulanê biguherînin platformeke têkoşînê ya mayînde û bi hêz. “

Peyama KCK’ê wiha ye: “Em cejna 1’ê Gulanê ya hemû karkeran di pêvajoyeke dîrokî de pêşwazî dkin. Bi taybet em Rêber Apo ku bi kedeke mezin têkoşîn azadiya gelê me aniye serkeftinê, pîroz dikin. Em Cejna 1’ê Gulana wî pîroz dikin. Em hemû şehîdên 1’ê Gulanê bibîrtînin û soza xwe ya bo bilindkirina têkoşîna wan nû dikin. Em berxwedana hemû  gelan, sosyalîstan û aliyên demokratîk yên li dijî polîtîkayên êrîşkar û înkarê berxwe didin pîroz dikin. Em 1’ê Gulana wan pîroz dikin.

DIVÊ BERXWEDAN MEZINTIR BE

Di berdewamiya daxuyaniyê de hate gotin ku, hêzên serdest yên modernîteya kapîtalîst ku di dîrokê de hemû nirxên mirovahiyê talankiriye, her tim xwestiye gel di bin pergala wan de bin û wiha got: “Xwestiye hemû qadên jiyanê bike bin kontrola xwe û civakê ji nirxên wan dûr bixin. Hêzên hegomonîk û deshilatdaran ji b o berjewendiyên xwe zext li hemû aliyên kedkar yên civakê kirine û mafên wan xespkirine.

Bi taybet li Rojhilata Navîn û bi giştî jî li Cîhanê mêtîngerî û avabûneke exlaqî li gelan ferzkiriye. Sîstema modernîteya kapîtalîst civak anîne asta tunebûnê û ji bo xwe bide qebûlkirin propagandayên mezin dike. Her wiha koletiyê jî wek azadiyê dide nasîn. Bi vê yeke re hewl dide kevneşopiya berxwedanan tune bike, hundirê têkoşînê vala bike. Îro her diçe berxwedana 1’ê Gulanê a bindest û kedkaran zêdetir mezin dibe.  Em divê 1’ê Gulana îsal bi ruh û bi kevneşopiyê mezin bikin.

DIVÊ BINGEHA SOSYALÎZMÊ ZELALTIR BE

Daxuyaniyê wiha berdewam kir: “ li dijî vê zilm û zordariya ku bingeha edelet, sosyalîzmê tune dike têkoşîneke mezin bê dayîn. Her kesê ku rastî pêkûtiyên, êrîş û înkara modernîteya kapîtalîst hatiye divê qadê hevpar yên têkoşînê zêde bike, di aştiya Rojhilata Navîn û aştiya Cîhanê de rolek serek bilîze. Ji ber vê di serî jin û ciwan, hemû aliyên civakê, Elewî, Êzîdî, Suryanî, Ermenî û hrw din divê din ava têkoşîneke global de têbikokşin. Divê di vê demê de bingeha sosyalîzmê zelaltir bibe.

MANÎFESTOYA DI 21’Ê ADARÊ DE HAT XWENDIN BO AŞTIYA ROJHILATA NAVÎNE

KCK’ê diyar kir ku, îro konaxa ku hatinê konaxeqe stratejîke û wiha got: “Manîfestoya Rêber Apo ya di Newroza Amedê hate xwendin  ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd û aştiya Rojhilata Navîne. Di heman demê de destpêkeke nû ye. Di pêvajoyeke wisa girîng de em 1’ê Gulanê pêşwazî dikin.  Di serî de gelên Kurd û Tirk, jin û ciwan ji bo qadên 1’ê Gulanê biguherin platformeke têkoşînê ya mayînde û bi hêz, peywirên girîng dikevin ser milê wan.

PLATFORMEKE HEVPAR

Di dawiya daxuyaniyê de hate diyar kirin ku, hemû bindest, kedkar, jin, komên baweriyan, çandên cuda, hêzên demokratî û sosyalîst, yên ku ji bo aştî û azadiyê têdikoşin ji bo ku pêşerojeke hevpar ava bikin divê bi hemû hêza xwe  platformeke têkoşînê ya hevpar û bi hêz  ava bikin. Em careke din 1’ê Gulanê Cejna Karker û Bindestan pîroz dikin.