Ji Înîsiyatîfa Gel banga 1’ê Hezîranê
Ji Înîsiyatîfa Gel banga 1’ê Hezîranê
Ji Înîsiyatîfa Gel banga 1’ê Hezîranê
Înîsiyatîfa Gel ya Kurdistanê daxuyaniyek weşand û ji bo pêngava salvegera 1’ê Hezîranê ya tevgera Kurd banga serhildanê kir.
Di daxuyaniya ku ji aliyê Înîsiyatîfê hatî weşandin de hate gotin ku, pêngava avakirina jiyanek azad û rizgariya demokratîk ya di Newroza 2013’an de ji aliyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ve hatî destpêkirin, hemû hevsengiyên polîtîk yên Rojhilata Navîn hejandin û hate diyarkirin ku, polîtîkayên nû vê pêngavê berçav digirin û wisan hesabên xwe dikin.
Di daxuyaniya ku têde hate gotin, ev pêngav çavkaniya xwe ji pêngavên 15’ê Tebaxê û 1’ê Hezîranê digire û wiha hate gotin: “Ji ber ku bi taybet lingê duwem yê komploya navnetewî ku hewil da partiya me û tekoşîna azadiya gelê me tune bike, hemleya 1’ê Hezîranê hate pêşxistin û bi rihekî fedayî yê hezaran qehremanên me pêkhat. Pêngava duwem ya komployê ku hêviyek da dijminên Kurd-Kurdistanê, bi pêngava 1’ê Hezîranê têkçû û îro rêya serkeftiyê diyar bûye.”
Di daxuyaniyê de ev hatin gotin: “Pêwîste em xwedî hemû deskeftiyên Kurd-Kurdistan ku şehîdên me yên bê mirin bi awayekî fedayî dane avakirin xwedî lê derbikevin. Em Rêber Apo azad bikin. Bi vê boneyê hemû netewa Kurd û dostên wê pêngava 1’ê Hezîranê bicoşek mezin pîroz dikin. Em bang li gelê Kurdistan û dostên wan dikin ku 1’ê Hezîranê bi ruhê serhildanê pîroz bikin. Pêwîste di bingehê hemû çalakî û ahengên me de azadiya Rêber Apo esas were girtin. Pêwîste her kurdek û dostên wan ji bo azadiya Rêber Apo şer û roj bixebite. Pêwîste were zanîn ku, heta Rêber Apo azad nebe, ne kurd ne jî Kurdistan azad dibe. Aşitî jî nayê.”