Ji HPG’ê misîlemeya ‘Lîcê’: Leşkerek mir
Ji HPG’ê misîlemeya ‘Lîcê’: Leşkerek mir
Ji HPG’ê misîlemeya ‘Lîcê’: Leşkerek mir
Hate ragihandin ku, gêrîlayên HPG’ê di çalakiyekî li dijî qereqolekî girêdayî navçeya Hêne ya Amedê de leşkerek hatiye kuştin. Hate aşkera kirin ku, ev çalakî misîlemeya 28’ê Hezîranê ye ku li navçeya Lîceyê leşkeran ciwanek qetilkiribû.
Navenda Çapemenî-Ragihandina HPG’ê (HPG-NÇR) ragihand ku, gêrîlayan li hemberî êrîşa leşkeran a li Lîceyê li dijî gelê ji bo çêkirina qereqolan xwepêşandan kir çalakiyekî bersivdanê ye.
HPG-NÇR got: “Gêrîlayên me li dijî êrîşa leşkerên dewleta tirk ya dagirker a 28’ê Hezîranê dema ku gel li dijî çêkirina qereqolan li gundê Hêzan ê girêdayî navçeya Lîceya Amedê xwepêşandan kirin û di encama êrîşa leşkeran de ciwanê Kurd Medenî Yildirim hate qetilkirin û 9 kes birîndar bûn, çalakiyek ya bersivdanê pêkaniye. Roja 3’ê Tirmehê li dijî qereqola Hegasor a ser bi navçeya Hêneya Amedê ve çalakiyek pêkanîne û di çalakiyê de leşkerek hatiye kuştin.”
TEVGERA LEŞKERÎ Û ÊRÎŞÊN TOPAN DIDOMIN
HPG-NÇR di derbarê tevger û êrîşên topan ên artêşa Tirk ên vê dawiyê jî agahî dan. HPG’ê ragihand ku, di 3’ê Tirmehê di navbera demjimêrên 19:00 û 20:00’an de herêmên Kepê Mirîşka û girê Guvenlikê, gundên Talisa û Erbîş ên ser bi navçeya Çelê ya Colemêrgê ve bi obîs û hawana hatine topbaran kirin.
HPG-NÇR aşkera kir ku, “1’ê Tîrmehê li herêma gundên Avanyurt, Şerefxan, Xirabsor ên girêdayî navçeya Saray ya Wanê artêşa Tirk ya dagirker operasyon daye destpêkirin.” Her wiha ragihand ku, ev operasyon di 2’ê Tirmehê de jî vekişiya ye.
HPG-NÇR weke din jî diyarkir ku, di navbera gundên Satmanê û Karahîsar ên girêdayî navçeya Saray ya Wanê, komek ya 12 kesî yên kontra nêzî sê mehe li herêmê faliyetan dikin.