Ji Hemwelatiyên Azad peyama 1’ê Gulanê
Ji Hemwelatiyên Azad peyama 1’ê Gulanê
Ji Hemwelatiyên Azad peyama 1’ê Gulanê
Hemwelatiyên Azad di peyama xwe ya ji bo 1’ê Gulanê de wiha got: “1’ê Gulanê, li hember çîna sermayedar û zordar roja serkeftina çîna karkeran e.” Hemwelatiyên Azad di daxuyaniya dayîn de bang li karkeran kir ku xwedî li mafê xwe derkevin û li hemberî çîna sermayedar bêdeng nemînin.
Tevgera Hemwelatiyên Azad û Wekhev biboneya Roja Karkerên Cîhanê 1’ê Gulanê daxuyaniyek nivîskî da. Di daxuyaniyê de hate gotin ku, 1’ê Gulanê dîroka têkoşîna gelan û azadîxwazane. Di daxuyaniya nivîskî de destnîşan kirin ku, “Di sedsala 19’an û 20’an de çîna karker bi tekoşîna xwe ya bê hempa serkeftinek mezin li hember çîna zordar û sermayedar bi dest ve anî. Ev serkeftin ya gelên azadîxwaz û çîna karkere. Ji bo vê jî 1’ê Gulanê wek roja karkeran û rêncberan di asta herî bilind de girtina dest û bibîranîn dibe ku ji bo me wek erkek şoreşgerane û bîrdozî be.”
Hemwelatiyên Azad di daxuyaniya xwe de balkişand ser sîstema kapîtalîst modernîte û diyar kir ku, di vê serdemê de xebatên karkeran ketine bin kontrola desthilatdaran û sermayedarên ku xizmetê ji sîstema kapîtalîzmê dikin û wiha berdewam kir; “Sistema sermayedar bi hemû hêza xwe nekarî çîna karker bêxe bin kontrola xwe. Lê ji sedsala 20’an û vir ve di bin navê modernîteya sermayedarî hemû civak xistiye bin hegemonyaya xwe û bi vî awayî milkê giştî ji holê rakiriye û civak ji xwe re kiriye kole. Herwiha bi vê polîtîkaya xwe zordarî, zilm û çewisandina çîna karker rewakirine .”
Hemwelatiyên Azad di dawiya daxuyaniya xwe de bang li hemû karkeran kir ku xwedî li mafên xwe derkevin û li hember zordariya çîna sermayedar bê deng nemînin. Hemwelatiyan Roja Karkerên Cîhanê li hemû karker û gelên li rastî zordarî û zexta sîstemên desthilat tên pîroz kir.