Ji Geverê bo Rojava alîkarî
Ji Geverê bo Rojava alîkarî
Ji Geverê bo Rojava alîkarî
Li Geverê di pêşengtiya Platforma Demokrasiyê a Geverê û KCD’ê de ji bo Rojava kampanya alîkariyê hate destpê kirin.
Li navçeya Gever ya Colemêrgê di bêşengtiya Platforma Demokrasî ya Geverê û Kongreya civaka Demokratîk (KCD) ji bo Rojavayê Kurdistanê kampanya alîkariyê hate destpê kirin. Têkildarî kampanyayê li avahiya BDP’a Geverê daxuyaniya çapemeniyê hate dayîn. Di civînê de Berdevkê Platforma Demokrasiyê a Geverê Irfan Sari daxuyanî da û gelê Geverê vexwende kampanyayê.
Sari da zanîn ku, bi dirêjahiya remezanê ji bo Rojava kampanya alîkariyê dane destpêkirin û got: “ Ji ber sedema şerê li Rojava aboriya gelê me yê li wir têkçûye. Pirsgirêkên erzaq hene. Ji ber ku meha remezanê meha xweşbîniyê ye, me li navçeya xwe kampanya alîkariyê daye destpêkirin. Beriya vê jî li navçeya me alîkarî hatibû destpêkirin û hesasiyeta pêwîst nîşan da bû. Lê belê ev pêvajo cûdaye û em li bendê ne ku, esnaf û bazirganên me alîkariya pêwîst bikin da bigehînin gelê Rojava. Bi bê boneyê em bang li hemû gelê xwe ê herêmê, hempîşe, esnaf, senatkar, bazirgan û pîşesazan dikin ku, bila gelê me yê di bin zilmê de vê mehê neyê ji bîr kirin.”
Hat ragihandin ku, alîkariyên di çarçoveya kampanyayê de bêne kirin, dê li Amîrtiya Zabita ya Şaredariya Geverê bêne kom kirin.