Ji Erzîrom û Amedê meşeke dirêj
Ji Erzîrom û Amedê meşeke dirêj
Ji Erzîrom û Amedê meşeke dirêj
Meşa Çareseriya Demokratîk a gerîlayên HPG'ê dewam dike. Ji herêmên Pilemor, Qisle, Xolxol û Erzînganê yên Eyaleta Erzîromê yek û ji herêmên Amed, Mûş û Elezîzê yên Eyaleta Amedê jî 2 komên gerîla, piştî meşa 30-40 rojan îro gihaştin Herêmên Parastinê yên Medyayê.
Di çarçoveya banga KCK'ê ya 25'ê Nîsanê de, vekişîna gerîlayên HPG'ê ya di 8'ê Gulanê de destpê kir, dewam dike. Ji herêmên Pilemor, Qisle, Xolxol û Erzînganê yên Eyaleta Erzîromê yek û ji herêmên Amed, Mûş û Elezîzê yên Eyaleta Amedê jî 2 komên gerîla, piştî meşa 30-40 rojan îro gihaştin Herêmên Parastinê yên Medyayê. Gerîla bi merasîmeke leşkerî hatin pêşwazîkirin.
JI BANGA AŞTIYÊ RE BERSIVA ÇEKAN
Komên gerîla, ji aliyê Endamê Konseya Fermandaran a HPG'ê Bawer Dêrsim û ji Konseya Fermandaran a YJA-STAR'ê Norşîn Silopî ve hatin pêşwazîkirin. Dêrsim, komên gerîla yên hatin silav kir. Dêrsim da xuyakirin ku ewê li hemberî nêzîkatiya AKP'ê ya li Pêvajoa Çareseriya Demokratîk û êrişa dewletê ya li dijî gelê Licê, bêdeng nemînin û got, "Hevalên me ji herêmên Qisle, Pilemor, Xolxol û Erzîngan ên Eyaleta Erzîromê hatin. Dîsa ji herêmên Amed, Elezîz û Mûşê yên Eyaleta Amedê jî, piştî meşeke dirêj xwe gihaştin Herêmên Parastinê yên Medyayê. Hêzên me, di çarçoveya berpirsyariyên xwe yên li pêşberî pêvajoya rizgariya demokratîk de, meşa xwe ya ber bi Herêmên Parastinê yên Medyayê bi hestiyariyeke mezin dewam dikin. Di rewşeke bi vî rengî de mejiyê dibêj "PKK'ê bi tenê ji sedî 15 yê hêzên xwe vekişandiye" mejiyê xizmetî çareseriyê dike nîne."
Dêrsim got, "Ev mejî herî dawî di bûyerên rojên dawî de xwe da der. Di encama vê têgihiştinê de li Licê gule li gelê me yê çêkirina qereqolan a gefê li aştiyê dixwe şermezar dikir, reşand û ciwanekî me yê bi navê Medenî Yildirim şehîd xist. Ev mejî rê li ber provokasyonan vedike. Qewimiyên li Licê nîşan didin ku dewleta Tirk dest ji fihêlên xwe yên kevneperest bernedaye. Bi çekan bersiv dane banga aştiyê ya gelê me. Ji pêvajoya aştiyê re, bi çek, gaza îsotê, ço û TOMA'yan bersiv hatiye dayîn. Diyare ku bi vî rengî pêvajoya çareseriya demokratîk nameşe. Gerîlayên azadiyê yên Kurdistanê û gelê Kurd, wê nebin temaşekarên van lîstikan. Ewê li dijî êrişên hovane yên AKP di bin maskeya aştiyê de dike, bêdeng nemîne. Vekişîna gerîlayên me yên ji Eyaleta Amedê firsend dîtin û bi hovane êrişî gelê me yê sivîl kirin. Bêguman wê destûr ji van êrişan re neyê dayîn."
‘EMÊ LÎSTIKAN XERA BIKIN’
Dêrsim diyar kir ku ji bo pêvajoya çareseriya demokratîk, çi berpirsyarî bikeve ser milê gerîlayan ewê bicih bînin û got, "Gerîla wê bi gelê xwe re, hemû lîstikên dewleta Tirk xera bikin. Em li ser vê bingehê hevalên xwe pêşwazî dikin. Hatina gerîlayên me yên li vir, nayê wateya bi dawîbûna têkoşînê, ji niha û pê ve têkoşîn wê were xurtkirin. Li ser vê bingehê em ji hevalên xwe yên ji Amed û Erzîromê hatine re dibêjin, hûn bi xêr hatine."
EM NIKARIN GELÊ XWE BÊPARASTIN BIHÊLIN
Piştî axaftina Dêrsim, fermandarên komên gerîla yên gihaştin Herêmên Parastinê yên Medyayê, nirxandin kirin. Ji koma Eyaleta Amedê ji Fermandarên YJA-STAR'ê Devrîm Amed got, "Çawa ku li ser banga tevgera xwe me xwe bi rêxistin kirin û em hatin, di rewşeke neyînî de eger pêwist bike emê xwe bi rêxistin bikin û vegerin. Eger ev êrişên hovane yên li dijî gelê me dewam bikin, emê gelê xwe bêparastin nehêlin."
Ji Fermandarên Koma Erzîromê Ciwan Kobanî jî ev nirxandin kir: "Em ji Erzîromê hatin. Keşif, tevgerên cerdevan û kontrayan her tim hebû û ev yek li dijî pêvajoyê ye. Bi taybetî rêya Çewlikê digirin û dixwazin rê li ber provokasyonan vekin."
Ji Fermandarên Koma Amedê Xelîl Amed jî got, "Em jî ji Eyaleta Amedê hatin. Di tevahiya rêya me de xebatên keşfê hebûn. Bi taybetî li Botan û ser sînor, hem balafirên şer hem jî balafirên keşfê ji nizm difiriyan û hewl didan gerîla tehrîk bikin. Bi vî rengî nêzî pêvajoyê dibin û komkujiyên nû li ser gelê me ferz dikin."