Ji El Karyatayn a hat dagirkirin bi hezaran kes direvin

Ji bajarê El Karyatayn ê Sûriyeyê ku roja Înê ji aliyê çeteyên DAIŞ'ê ve hat dagirin, tevî Xiristiyanan bi sedan malbat direvin. Ji 200 kesên dîl ketin destê çeteyan jî hînê agahî nehatiye wergirtin.

Ji bajarê El Karyatayn ê Sûriyeyê ku roja Înê ji aliyê çeteyên DAIŞ'ê ve hat dagirin, tevî Xiristiyanan bi sedan malbat direvin. Ji 200 kesên dîl ketin destê çeteyan jî hînê agahî nehatiye wergirtin.

Hat ragihandin ku bi sedan malbatên ji bajarê El Karyatayn ê ser bi wîlayeta Homsê ji ber dagirkeriya çeteyan direvin, xwe li paytext Şamê û paytexta wîlayetê Homê digirin. Li gorî agahiyên ji aliyê Saziya Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) û Tora Mafên Mirovan a Suryaniyan hat dayîn, bi sedan Asûriyên li bajarê hewl didin jiyana xwe rizgar bikin.

Hatibû ragihandin ku çeteyan li vî bajarî bi îdîaya "hevkarî bi rejîmê re kirine" 170 Misilman û 60 Xiristiyan dîl girtine.

Li bajarê El Karyataynê, ku li bakurrohilatê bajarê Palmîra yê di meha Gulanê de ji aliyê çeteyên DAIŞ'ê ve hatibû dagirkirin e, tevî Misilmanan hindikayiyê Xiristiyan jî dijî.