Ji doza KCK'ê ya Sêrtê ji 8 kesan 4 kes hatin berdan

Ji doza KCK'ê ya Sêrtê ji 8 kesan 4 kes hatin berdan

Rûniştina doza KCK'ê ya Sêrtê li 9. Dadgeha Cezayên Giran a Amedê hat dîtin. Di rûniştina îro de ji 8 kesên girtî tenê 4 kes serbest hatin berdan. 

3. rûniştina doza 8 jê girtî 18 siyasetmedarên kurd ên di 8'ê Kanûna 2012'an de ji doza “KCK”ê hatin girtin li 9. Dadgeha Cezayên Giran a Amedê hat dîtin. Di rûniştina îro de 8 siyasetmedarên girtî û 4 siyasetmedarên serbest amade bûn. Parêzerên siyasetmedaran jî tev li rûniştinê bû. Di rûniştina îro de piştî parastina siyasetmedar û parêzeran heyeta dadgehê navber da rûniştinê û piştî rûniştinê 4 kesên bi navê Dîlber Sevîm, Abdullah Aşkara, Sîracettin Kayran û Mehmet Halît Kaçar serbest berdan û der barê 4 kesên din de jî biryara berdewama girtinê da. Heyetê doz taloqî 10'ê Sibata 2014'an kir.