Ji doza KCK a Êlihê 8 kes serbest hatin berdan

Ji doza KCK a Êlihê 8 kes serbest hatin berdan

Ji doza KCK'ê ya Êlihê ku 26 jê girtî 32 kes tên darizandin tenê 8 kes hatin berdan.
3'emîn rûniştina doza KCK'ê ya Êlihê ku 26 girtî 32 kes tên darizandin li 9'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê hat dîtin.

Di rûniştina ku Serokê BDP'ê yê Êlihê Şeymus Azboy jî di navde 26 girti 32 kes tên darizandin, 32 siyasetmedar û parêzerên wan amade bûn. Siyasetmedaran bu kurdî parastin kirin. Hevserokê BDP'ê yê Êlihê Prz. Serdar Atalay, parastin kir û diyar kir ku muwekîlên wî di çarçoveya rêziknameya BDP'e de xebatê dimeşînin û xwest serbest bên berdan.

Piştî xwendina îdianameyê û parastinasiyasetmedaran heyeta dadgehê navber da rûniştinê. Heyeta dadgehê piştî parastina parêzeran û navberê der barê 8 siyasetmedaran de biryara berdanê da. Heyetê rûniştina drozê taloqî 22'ê Tîrmehê kir.
Siyasetmedarên hatin berdan navê wan evin: Bedri Can, Ekrem Degîrmenci, Mehmet Soner, Hacire Çetin, Mehmet Şehît Înan, Hasan Aydın, Şeyhmus Arslan, Zeynep Tuluk Timur.