Ji Ciwanên BDP'ê kongreya bi heybet
Ji Ciwanên BDP'ê kongreya bi heybet
Ji Ciwanên BDP'ê kongreya bi heybet
1. Kongreya Meclîsa Ciwanan a BDP'ê bi beşdariyeke xurt pêk tê. Kongreya bi beşdariya bi hezaran ciwanan diyarî 3 jinên Kurd ên şoreşger ên li Parîsê hatin qetilkirin, hat kirin. Di kongreyê de peyama Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hat xwedin û gotina "me bi ciwantî destpê kir emê bi ciwantî bi ser bikevin" a Ocalan bi çepik, tililî û dirûşman hat pêşwazîkirin. Li salona kongreyê bi sedan alên PKK û KCK'ê hatin vekirin.
1. Kongreya Meclîsa Ciwanan a BDP'ê li Amedê bi beşdariya bi hezaran ciwanan pêk tê.
Di 1. Kongreya Asayî ya Meclîsa Ciwanan a BDP'ê de, ciwanên li salonê cih nedîtin li derve bi weşana zindî kongreyê dişopînin. Bi hezaran ciwanên hundirê salonê dagirtin jî bi çepik û dirûşmeyan coşa kongreyê dijîn. Li salonê bi sedan alên KCK û PKK'ê hatin vekirin.
Endama Meclîsa Ciwana a BDP'ê Sîbel Akdenîz axaftina vekirinê ya kongreyê kir û destnîşan kir ku ew kongreya xwe diyarî 3 jinên şoreşger ên Kurd ên li Parîsê hatin qetilkirin, dikin.
Di deqeyeke rêzgirtinê de bi hezaran ciwanan bi yekdengî sirûda "Çerxa Şoreşê" gotin. Dûre jî Serokê Dîwanê Huseyîn Koçûk axivî û hemû ciwanên bexwedêr û azadîxwaz, jinên ciwan ên hevalên Leyla, Sakîne û Fîdanan, jinên Kurd ên êşên mezin hildigirin, hemû beşdarên ji hundir û derve silav kir.
ÎZDIHAM HAT JIYÎN
Koçûk got, "Bi rêxistinbûyîn û têkoşîna xwe ya bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re, li ser bingeha soza afirandina azadiya gelê Kurd û gelên din, em hatin vê derê. Bi zextan bi ser me de bên jî, emê bi mîlyonan vegerin." Gotinên Koçûk ên "me bi ciwantî destpê kirin, emê bi ciwantî bi ser bikevin" bi çepikan bersiv dîtin.
Dema ku Hevserokên BDP'ê Selahattîn Demîrtaş û Gultan Kişanak, Hevseroka KCD'ê Aysel Tûglûk û Parlamenterê HDP'ê Sirri Sureyya Onder hatin hundirê salonê îzdiham rû da û bi dirûşmên "Ocalan" hatin pêşwazîkirin.
Hevserokê Giştî yê HDP'ê Ertûgrûl Kurkçu û parlamenterên BDP û HDP'ê jî cihê xwe yên di kongreyê de girtin. Li dû beşdariya mêvanan salon bi dirûşmên "PKK gel e gel li vir e" û "Silav silav ji Îmraliyê re hezar silav" deng veda.
Piştî sînevîzyona ji axaftinên demên cuda yên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hat amadekirin, Parlamenterê HDP'ê yê Stenbolê Sirri Sureyya Onder peyama Ocalan xwend.
OCALAN: PKK TEVGEREKE CIWANAN E
Peyama Ocalan a ku li dû xwendinê li ser piyan bi çepikan hat pêşwazîkirin wiha ye:
"Di dema herî bi heybet a sêyemîn vejîna me ya li gorî bîrdoziya modernîteya demokratîk de, ez 1. Kongreya we ya Awarte bi coş û hestên şoreşgerî silav dikim.
Ji bo civakeke dixwaze xwe bi pêş bixîne û biparêze, ciwan xezneyek jêneveger e. Weke meclîsa ciwanan, diyare ku hûn bi gelek berpirsyariyên rojane û dîrokî re rû bi rû ne û gelek wezîfeyên we yên îdeolojîk, polîtîk, rêxistinî û însanî yên divê bicih werin anîn, hene. Bi qasî vejîna têkoşîna me ya bêhempa ya 35 salan, pêkhatina wê jî di pêvajoyeke ewçend jandar re derbas bû û hat roja îro. Di warê hebûna me ya mayînde de, israra me ya 'jiyana azad' xwedî roleke diyarker e. Hîmên me yên bingehîn ên israra me ya 'jiyana azad' anîne roja îro yek ji ciwan yê din jî perwerde ye. Perwerde ji bo me timî bûye mijareke hebûnê. PKK weke tevgereke ciwan û perwerdeyê ava bûye û bi perwerdeyeke bêeman veguheriye tevgereke gel. Ji perestgehên rahîp ên Sumeran heta niha hemû sîstem, rêxistin û dewletan kadroyên xwe yên pêwistî pê dibînin, di nava mekanîzmayên xwe yên perwerdeyê de afirandiye. Takekes, li hemû saziyên mîna dewlet, dibistan û akademiyan vediguherin objeyeke dilxwaz a dewamiya serweriya civaka çînî û mêtînger. Cewhera vî karî tinekirina ferdbûyîn û afirandina murîdên xwedî bawerî ye. Divê em şoreşgeriya baweriyê bi têgihiştin, agahdarbûyîn û zanebûnê re temam bikin. Eger em xwe ji her şêweyên îdelojî û ferasetên desthilatdarperestî, neteweperestî, zayendîperestî, olperestiyê vedigirin, dê ev yek di rêya heqîqeta mezin de ji bo temsîla bi hêz a hevaltî û azadiyê bibe wesîle. Takekesê azad, lêgerînerê heqîqetê ye ku xwedî vîn, xwedî nêrîn, xwedî nîqaş û jiyana azad e. Rêya yekane ya bûyîna takekesê azad, xwe perwerdekirin e. Eger hûn xwe di asteke gewretirîn de perwerde nekin, hûnê nikaribin civakê biparêzin.
‘BÊYÎ PARASTINA CIVAKÊ SIYASET NAYÊ KIRIN’
Parastina civakê ji bo her demê wezîfeya herî girîng a ciwanan e. Bêyî parastina civakê, siyaset nayê kirin. Siyaseta demokratîk li gel parastina cewherî, cewhera polîtîkavaniya demê ye. Ji ber ku demokrasî zimanê gerdûnê ye. Fonksiyona demokrasiyê ew e; dema polîtîka tê kirin, biryar tê girtin, hêza civak û rêxistinbûyîna wê beşdarî pêvajoyê were kirin e. Eger desthilatdarî xwe dispêre her yekîneyeke civakî û takekesan, divê polîtîka jî xwe bispêre her yekîne û takekesan.
Eger di roja me ya îro de 'tevnên desthilatdariyê' yên bi modernîteya fermî re di nava têkilî û nakotiyê de li her derê ne, divê polîtîka jî li her derê be. Di vê dema ku gelê Kurd polîtîkbûyîna herî xurt a dîroka xwe dijî de, pêwîste ciwanên Kurd di warê avakirina modernîteya demokratîk de ji bo ji holê rakirina dewletperestiya netewe, rola xwe ya pêşengiyê bileyze. Ji bo vê yekê jî beriya her tiştî pêwistî bi sekneke têrker a îdeolojîk-polîtîk, exlaqî û rêxistinî ya li dijî modernîteya kapîtalîst heye. Ev sekin garantiya serketina avakirina neteweya demokratîk e. Ciwan dê di polîtîkaya veguherîna jiyana azad û nasnameya Kurd li avakirina neteweya demokratîk de wezîfeya xercê bileyze. Ya hîn bêtir bi heybet ew e ku nirxên modernîeteya demokratîk a li gorî xwezaya civaka me û bandora takekesiya me, neteweya we ya demokratîk, rêbaza jiyana we ya ekolojîk û aboriya komunal, zanyariya wê, felsefeya wê, azadiya wê ya hunerê, wekhevî û demokratîkbûyîna wê were parvekirin û diyarî gel were kirin. Me bi ciwantî destpê kirin, emê bi ciwantî bi ser bikevin. Bi vê rêzdariyê ez kongreya we pîroz dikim, bi hemû bîr û baweriya xwe ji we re serketinê dixwazim û silavên xwe yên şoreşgerî dişînim."