Ji bo "Rêveberiya Xweseriya Demokratîk" gaveke nû

Ji bo "Rêveberiya Xweseriya Demokratîk" gaveke nû

Meclîsa Damezrîner a Rêveberiya Demî ya Rojavayê Kurdistanê, di civîna xwe ya duyemîn de biryar da navê rêveberiya demî bibe "Rêveberiya Xweseriya Demokratîk". Di civînê de ji bo 3 herêmên kanton ên xweser Desteya Şopandin û Biryardayîn Projeyê hat avakirin.

Li Rojavayê Kurdistanê di warê avakirina rêveberiya demî de pêngaveke din a girîng hate avêtin. Meclîsa Giştî ya Hevbeş a Damezirandina Rêveberiya Demî ku di 12'ê Mijdara 2013'an de bi beşdariya nûnerên pêkhateyên Rojava de hatibû avakirin û ji 58 kesan pêk tê, civîna xwe ya duyemîn lidar xist. Civîn li ser banga Komîteya Şopandina Projeyê ku ew jî di civîna meclîsê de hatibû avakirin, li Salona Seyran a bajarê Qamişlo bi beşdariya piraniya endamên meclîsê pêk hat.

Di civîna ku ji çapemeniyê re girtî hate lidarxistin de xebatên di warê rêveberiya demî de heta niha hatine meşandin hatin nirxandin û di warê avakirina rêveberiya demî de pêngavek din a girîng hate avêtin. Piştî civînê jî encamnameyek ji raya giştî re hate aşkerakirin.  

Di encamnameyê de hate diyarkirin ku di civînê de li ser pêşniyarên Komîteya Şopandina Projeya Rêveberiya Demî nirxandin hatine kirin û ev biryar hatine girtin:

1- Navê rêveberiya demî wê wekî "Rêveberiya Xweseriya Demokratîk" be.   

2- Rêveberiya demî wê li ser esasê 3 herêmên kanton ên cuda yên wekî Efrîn, Kobanê û Cizîrê bê avakirin. Li gorî projeya berê hersê herêm wê girêdayî meclîsek giştî bana, lê li gorî şert û mecrên ku herêm tê de derbas dibe, ev yek hate guhertin û her herêmek wê bi awayekî xweser bê birêxistinkirin û her herêmek wê rêveberiya xwe ya xweser ava bike.

3- Navê Meclîsa Giştî ya Hevbeş a Rêveberiya Demî wekî "Meclîsa Çêkirin û Şopandina Qanunan" hatiye guhertin. Ev meclîs di heman demê de cihê biryargirtinê ye.

4- Navê Komîteya Şopandina Projeya Rêvberiya Demî ku di civîna yekemîn de hatibû avakirin û ji 19 kesan pêk tê, wekî "Desteya Şopandin û Amadekirina Projeya Demî hate guhertin. Ev deste hem dê li ser projeyê kar bike, hem jî dê biryarên ku meclîsê girtine bicîh bîne. Her wiha di encama xebatên xwe de wê karibe meclîsê bicivîne.

Di encamnameyê de hate gotin ku ev biryar ji bo her kantonekê derbasdar in. Di encamnameyê de her wiha hate destnîşankirin ku di demên pêş de ger ku ji pêkhateyên din û kesayetên serbixwe bixwazin tevlî meclîsê bibin, ev serlêdan wê ji aliyê meclîsê ve bê erêkirin.