Ji bo mîtînga Rojava ya li Dîlokê banga beşdariyê

Ji bo mîtînga Rojava ya li Dîlokê banga beşdariyê

Rêxistinên KESK, TMMOB, TTB û DÎSK ên Amedê, ji bo mîtînga 7'ê Kanûnê ya li Dîlokê ya ji bo Rojava banga beşdariyê kirin.

Der barê mîtînga 7'ê Kanûnê ya li Dîlonê a bi navê "Ji bo ku li Rojava aşitî pêk bê û rêveberiya demî ya Rojava bê naskirin" KESK, TMMOB, TTB û DÎSK li Şaxa Egîtîm Senê ya Amedê civina çapemeniyê lidar xistin û banga beşdariyê kirin. Di daxuyaniyê de Berdevkê KESK'ê Sîraç Çelîk xwest ku Tirkiye û welatên herêmê li ser Rojava, dest ji polîtîkayên qirêj berdin. Sîraç Çelik li ser navê KESK'ê daxuyaniyê xwend. Çelik di daxuyaniyê de balkişand ser parçebûna Kurdistanê û wiha got: "Li gel polîtîkayên qirêj Kurdan li ber xwe dan û têkoşînek mezin pêşxistin. Ji berê heta niha her çiqas komkujî li ser kurdan çêbûye jî, kurd dîsa dev ji daxwazên xwe yên neteweyî bernedane. Di vê merheleyê de polîtîkayên dewletên herêmê yên Kurdan nahesibînin, pûç derketin.

Çelîk, polîtîkayên hikûmeta AKP'ê yên ku li ser Rojava dimeşîne rexne kir û axaftina xwe wiha domand: "Hikûmeta AKP'ê ji bo bi awayê leşkerî dest li Rojava werde  bi lezgînî amadehî kir; lê ji ber kû bingeh tûne bû ev hewldana vala derket. Çeteyên bi piştgiriya hikûmeta AKP'ê li Rojavayê jin û zarokan qetil kirin. Lê hikûmeta AKP'ê ji ber ku ji rêxistin û hêza kurdan tênegîhîşt ket nava şaşîtiyek mezin. Partiya Yekitiya Demokratîk(PYD) dê bi avakirina xêta demokratîk a sêyemîn re ji gelê Rojhilata Navîn re demokrasiyê bîne."

Çelîk di gotina xwe ya dawî de anî ziman ku AKP heta niha bi polîtîkayên xwe yên qirêj ambargoyekî mezin li ser Rojavayê meşandiye û niha jî dixwaze hinek kurdan bike amûra van polîtîkayan. Ji ber vê yekê Çelik, ji bo piştgiriya Rojavayê hemû gel vexwend mîtînga Dîlokê.