Ji bo hestiyên di şkeftan de lêpirsîn

Ji bo hestiyên di şkeftan de lêpirsîn

Serdozgeriya Komara Tirk derbarê hestiyên ku di şkefta Hesen Kemer a li herêma qedexekirî ya leşkerî ya Geliyê Laç a Dêrsimê hatin dîtin de lêpirsîn da destpêkirin.

Serdozgeriya Komarê, li ser agahiyên ku Hidir Çîçek ê ku nêzî 30 xizmên xwe di wê şkeftê de winda kiribûn û rojnamevanan bir wê şkeftê, dest bi lêpirsînê kir. Rayedarên dozgeriyê ragihand ku ji bo lêkolîna li ser hestî û tiştên din ên di wê şkeftê de, dê dest bi xebatê bikin.