Ji bo gerîlayê PKK’ê Guzel bi beşdariya sedan kesî mewlût

Ji bo gerîlayê PKK’ê Guzel bi beşdariya sedan kesî mewlût

Ji bo gêrîla û pêşengê PKK û hevalê Mahsum Korkmaz (Egîd) Weysî Guzel (Hesen Xoce) li Mala Şînê ya taxa Bêşevlerê ya Êlihê bi tevlîbûna sedan kesan mewlût hate dayîn. Birayê Guzel Beşîr Guzel, diyar kir ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah wan aniye vê qonaxê. 

Ji bo gêrîla û pêşengê PKK û hevalê Mahsum Korkmaz (Egîd) Weysî Guzel (Hesen Xoce) li Mala Şînê ya taxa Bêşevlerê ya Êlihê bi tevlîbûna sedan kesan mewlût hate dayîn. Di mewlûdê de malbata Guzel, rêveber û endamên MEYA-DER, BDP, KURDÎ-DER, Însiyatîfa Dayikên Aşîtiyê, DADER, xebatkarên Şaredarî, Suleyman Ozdemîr ê ku di sala 2010’an de li ser riya Heskîfê li gundê Meymuniyê 3 kurê xwe di encama teqînekî de winda kir û bi sedan kes amade bûn.

Li mala şînê posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, wêneyên pêşengên PKK Mazlum Dogan, Mahsum Korkmaz û Weysî Guzel hatin daliqandin. Meleyên Komela Oldaran (DADER) ê mewludê bi xwendina mewlûda kurdî destpêkirin. Di dema xwendina mewlûdê de gelek kes kêliyên bi hestewar jiyankirin û dua û fatîha hatin xwendin.

Endamê MP'a BDP'eNezîr Gulcan axivî û ji bo malbat û tevahî gelê kurd sersaxî xwest. Gulcan, diyar kir ku keç û xortên kurdan bi xwîna xwe betona ku dagerkeran serê girtibû şikandin û bi kûlîlkan azadiyê dan çýkandýn.

Gulcan bi bîr xist ku van rojên hatine vê qonaxê bi saya serê şehît û cangoriyê Kurdîstanê ye û wiha got: “Asta ku em hatinê serkeftina şehîdê me ye û em ji bo wan minetdarin. Asta û qonaxa ku gelê kurd ketiye çavê hemû rojhelata navîn û cîhanê li ser e û di şopî ne. Êdî reng, hebûn û navê gelê kurd hate qebulkirin. Êdî bê kurdan hem li Kurdistanê û hem jî li Rojhilata Navîn bêyî kurdan tu kevîrî danaynîn cih. Em bejna xwe li ber şehîdê xwe di tewînin û em ji bo deyndarin.” Gulcan bal kişand ser pêvajoya “Rizgariya demokratîk û jiyaneka azad” û got vê pêvajoyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan daye destpêkirin û xwest hemû gelê kurd bi hev re bibin û yekîtiya wan netewî çê bibe. Gulcan, diyar kir ku dê yekîtiya kurdan ji bo jiyanek azad û bi aram pêk bê.

‘BIRÊZ OCALAN EM ANÎN VÊ ROJÊ’

Birayê Guzel Beşîr Guzel jî diyar kir ku birayê wî ne şehîdê malbatê yê û got şehîdê hemû gelê kurd û wiha axivî: “Ez di serî de 76’mîn qetliyama Dêrsimê şermezar dikim û wan kesên jiyana xwe ji dest dane bi bîr tînim. Ji Qazî Mihemed, Mele Mistefa Barzanî heta Rêberê Gelê Kurd birêz Abdullah Ocalan vê têkoşînê dan destpêkirin û em anîn vê rojê. Ez hemû pêşengê me bi bîr tînim û rehmeta baqî ji wan re dixwazim. Bila serê hemû Kurdistanê sax be û hemû şehîdên Kurdîstanê bi bîr tînim.”

Piştî mewlûd û axaftinan ji bo welatiyan xwarin hate dayîn.