Ji bo gerîlayê HPG'ê Tûnç mewlûd hat dayîn

Ji bo gerîlayê HPG'ê Tûnç mewlûd hat dayîn

Ji bo gerîlayê HPG'ê Madîr Tûnç (Rizgar Amed) ê di sala 2012'an de di şerekî li Dêrsimê de jiyana xwe ji dest da, li gundê Kocakoy ê Amedê mewlûd hat dayîn.

Li Gundê Kocakoy Amedê, ji bo gerîlayê HPG'ê Madîr Tûnç (Rizgar Amed) ê di sala 2012'an de di şerekî li Dêrsimê de jiyana xwe ji dest da, mewlûd hat dayîn. Di mala sersaxiyê ya l taxa Yenîşehîrê de, li gel rêveberên BDP'ê yên bajêr û nûnerên MEYA-DER'ê gelek kes amade bûn. 

Merasîma bîranînê bi deqeyeke rêzgirtinê destpê kir û dûre bi Kurdî mewlûd hat xwendin. Li dû dûayan, sînevîzyonek li ser jiyana Tûnç û gerîlayên HPG'ê hat nîşandan. 

Piştî sînevîzyonê jî xwarin hat xwarin û mewlûd bi dawî bû.