Ji bo gerîlaya PKK’ê Yilmaz û şervanê YPG'ê Zerdeşt konê sersaxiyê
Ji bo gerîlaya PKK’ê Yilmaz û şervanê YPG'ê Zerdeşt konê sersaxiyê
Ji bo gerîlaya PKK’ê Yilmaz û şervanê YPG'ê Zerdeşt konê sersaxiyê
Ji bo gerîlaya PKK'ê Ozlem Yilmaz (Sozdar) û şervanê YPG'ê Ebdo Zerdeşt li avahiya BDP'ê ya Navçeya Bagcilarê ya Stenbolê serdanên sersaxiyê hatin qebûlkirin.
YAKAYDER, ji bo gerîlaya PKK'ê Ozlem Yilmaz (Sozdar) û şervanê YPG'ê Ebdo Zerdeşt li avahiya BDP'ê ya Navçeya Bagcilarê ya Stenbolê konê sarsaxiyê veda. Gerîlaya PKK'ê Ozlem Yilmaz (Sozdar) di salên 1990'an de di şer de jiyana xwe ji dest dabû û şervanê YPG'ê Ebdo Zerdeşt jî mehek berê di şerê li Rojavayê Kurdistanê de jiyana xwe ji dest dabû.
Rêveberê YAKAYDER'ê Şekernaz Çakar li sersaxiyê axivî û xwest êdî kuştin bi dawî bibin û bes malên sersaxiyê bên vekirin.
Dayika gerîlaya PKK'ê Ozlem Yilmaz Dîndar Yilmaz jî anî ziman ku ew êdî naxwazin leşker û gerîlla jiyana xwe ji dest bidin û xwest êdî kuştin bi dawî bibe. Mala sersaxiyê dê 2 rojên din li avahiya BDP'ê vekirî bimîne.