Ji bo berdana parlamenterên girtî Serokê Baroyê bang kir

Ji bo berdana parlamenterên girtî Serokê Baroyê bang kir

Serokê Baroya Amedê Tahîr Elçî diyar kir ku Dadgeha Destûra Bingehîn biryar daye ku ji ber dema dirêj a ragirtinê ya parlamentere Mûstafa Balbay biryara berdanê daye û bang kir ku li gel Balbay Parlamenter Selma Irmak, Faysal Sariyildiz, Îbrahîm Ayhan, Gulseren Yildirim û Kemal Aktaş jî werin berdan.

Serokê Bariya Amedê Parêzer Tahîr Elçî ragihand ku mafê azadiya takekes, bi xala 19. a Destûra Bingehîn, xala 5. a Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê ku Tirkiye jî aliyekî wê ye û di gelek belgeyên mafên mirovan ên navneteweyî de hatiye ewlekirin û got, "Lê mixabin ev demeke dirêje bi biryarên girtinê yên kêfî û dirêjiya dema ragirtinê re bi neheqî û bê hiqûqî dest li vî mafî tê werdan. Bi taybetî darizandinên li Dadgehên Cezayên Giran ên bi Erka Taybet Wezîfedar, rê li ber pirsgirêkên mafên mirovan ên ji ber dema dirêj a ragirtinê, vekirine. Hînê gelek xwendekar, rojnamevan, siyasetmedar, şaredar û parlamenter bi hezaran kes zêydeî 5 sal in ragirtîne û tên darizandin. Mexdûriyeta giran a ji ber dirêjahiya dema ragirtinê û pirsgirêka mafên mirovan birîn di dilê raya giştî de vekiriye û veguheriye pirsgirêkeke civakî."

Elçî ragihand ku tevî biryara Dadgeha Destûra Bingehîn a der barê dema dirêj a ragirtinê de li Rojnameya Fermî hatiye weşandin jî, girtiyên ev pênc sal in an jî ji pênc salan zêdetir girtîne, nayên berdan. Elçî diyar kir ku Dadgeha Destûra bingehîn der barê serlêdana Parlamenterê girtî Mûstafa Balbay a li ser dema dirêj a ragirtinê de beriya du rojan biryar daye û destnîşan kir ku ev biryar navgînên qanûndanîn, rêveberî û dadgeriyê eleqedar dike.

BIRYARA DADGEHA DESTÛRA BINGEHÎN LI SER HER KESÎ FERZ E

Elçî got, "Ti kes, navgîn an jî mercîî nikare biryarên dadgeha destûra bingehîn ji nedîtî ve bê. Weke Baroya Amedê, tevî Mûstafa Balbay em bang dikin ku parlamenter; Birêz Selma Irmak, Birêz Faysal Sariyildiz, Birêz Îbrahîm Ayhan, Birêz Gulseren Yildirim û Birêz Kemal Aktaş werin berdan. Serbestberdana parlamenterên girtî li gorî hurmeta ji hiqûq, biryara dadgehê û vîna gel e. Li gel vê, dê feydê li aştiya civakî bike."