Ji bo azadiya Ocalan li Efrînê 200 hezar îmze

Ji bo azadiya Ocalan li Efrînê 200 hezar îmze

Di çarçoveya kampanyaya îmzeyan a ku ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatiye destpêkirin de, li Efrînê 200 hezar îmze hatin komkirin.

Der barê mijarê de Komîteya komkirina îmzeyan a ji bo Azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan li herêma Efrînê daxuyaniyek da. Komîteyê diyar kir ku wan li bajarê Efrînê û 7 navçeyên wê navendên berhevkirina îmzeyan vekirine, gelek rêxistin û partiyên siyasî û gelên ji hemû pêkhateyan tevlî kampanyayê bûne.

Komîteya komkirina îmzeyan diyar kir ku armanca wan berhevkirina 400 hezar îmzeyan bû, lê ji ber rewşa aloz a herêmê û êrîşên komên çeteyan ew hîna ne gihiştine hejmara ku armanc kirine.

Komîteya berhevkirina îmzeyan diyar kir ku kampanyaya wan li Efrîn û navçeyên wê hîn berdewam e û wan heta niha 200 hezar îmzer komkirine.