'Ji bo aştiyê, azadiya Ocalan divê’
'Ji bo aştiyê, azadiya Ocalan divê’
'Ji bo aştiyê, azadiya Ocalan divê’
Rêxistina BDP'ê ya Stenbolê, bi daxwaza serbestberdana girtiyên nexweş civîneke çapemeniyê lidar xist. Parlamentera BDP'ê ya Stenbolê Sebahat Tûncel di axaftina xwe ya li vê derê de diyar kir ku eger tê xwestin pirsgirêka Kurd bi awayekî mayînde çareser bibe, divê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bê berdan.
Rêxistina BDP'ê ya Bajarê Stenbolê li ber Serokatiya Saziya Tipa Edlî ya li Yenîbosnayê, bi armanca serbestberdana girtiyên nexweş daxuyaniyek da çapemeniyê. Li daxuyaniyê nêzî 700 kes amade bûn û dirûşmên "Ji girtiyan re azadî" û "Hukûmet gavê biavêje" hatin qêrîn.
Parlamentera BDP'ê ya Stenbolê Sebahat Tûnce li vir axivî û diyar kir ku weke gaveke niyeta baş a ji bo pêvajoyê, divê hukûmet girtiyên nexweş serbest berde.
Tûncel ji bo gavavêtinê bang li hukûmetê kir û got, "Eger bi rastî jî wê çareseriyek çê bibe, divê hukûmet gavan biavêje. Du aliyên aştiyê hene. Birêz Ocalan berpirsyariyên dikevin ser milê xwe bicih anî. Mîna ku Birêz Ocalan dibêje, divê hukûmet astengiyên li pêşiya siyaseta demokratîk rake. Kiyê vî karî bike? Eger hukûmetê vê neke, kiyê bike? Emê bikin? Birêz Beşîr Atalay dibêje, "BDP çima derdikeve kolanan?" Wê demê tu gavan biavêje. Em dernekevin kolanan. Tu qanûnan biguherîne, tu qanûna têkoşîna li dijî terorê biguherîne, tu hesabê Çewlikê bide. Tu hesabê Licê bide. Em jî dernekevin kolanan. Bêguman emê derkevin kolanan. Kevneşopiyek me heye. Me bi berxwedanê qezenç kirin. Emê ji niha û pê ve jî bi berxwedanê bi ser bikevin."
Tûncel destnîşan kir ku ji bo çareseriyeke mayinde ya pirsgirêka Kurd, divê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan serbest bê berdan. Tûncel xwest, hukûmet vê mijarê têxe rojeva xwe.
Daxuyaniya çapemeniyê, piştî çalakiya rûniştinê bi dawî bû.