Ji bo 2 şervanên YPG’ê li Dirbêsiyê merasim hate lidarxistin
Ji bo 2 şervanên YPG’ê li Dirbêsiyê merasim hate lidarxistin
Ji bo 2 şervanên YPG’ê li Dirbêsiyê merasim hate lidarxistin
Bi hezaran kes tevlî merasimê oxirkirina cenazeyên şervanên YPG’ê Demhat Nêrgiz û Hewar Zagroz ên ku di pevçûnên Til Temirê de jiyana xwe jidest dan. Cenazeyê şervanê YPG’ê Demhat Nêrgiz li Goristana Rûstem Cûdî hate defin kirin û şervanê YPG’ê Hewar Zagros ber bi Efrîne ve hate oxir kirin.
Bi hezaran kes ji Serêkaniyê, Dirbêsiyê, Amûdê û Hesekê li ber navenda tenduristiyê ya Dirbêsiyê ku cenazeyê şervanê YPG’ê Demhat Nêrgiz têde hatibû bi cih kirin, hatin cem hev. Dema cenazeyê şervanê YPG’ê Hewar Zagros ku ji aliyê hezaran kesî ve ji Amûdê hatibû oxirkirin gihişte vir. Girseyê cenazeyê şervanên YPG’ê li ser milan kirin û ber bi meydana şehîdan ve hatin oxirkirin. Li vir merasima leşkerî hate lidarxistin û piştre deqîqeyek rêzgirtinê hate rawestandin.
Di merasimê de Endamê Saziya Malbatên Şehîdan Mihemed Xetîb axivî û diyar kir ku, ew dê heta dawî xwedî li şehîdanên xwe derkevin. Endama Kordînesyona Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) Zelal Ciger jî di axaftina xwe de diyar kir ku, beşdariya kurdistaniyan di merasimên 2 şervanên YPG’ê girêdana gelê Kurd bi şehîdan re nîşan dide. Giger da zanîn ku, bi hebûna hêza gelê Kurd a leşkerî tu kes nema dikare êrîşî destkeftiyên gelê Kurd bike. Di dawiya axaftina xwe de Ciger helwesta hin partiyên siyasî ên helwesta xwe bi komên çekdar nîşan didin şermezar kir.
Di Merasimê de peyama Partiya Çep a Kurd hate xwendin û pişgirtiya bi şervanên YPG’ê re hate destnîşankirin.
Piştî ku merasim bi dawî bû cenazeyê şervanê YPG’ê Demhat Denîz ber bi goristana Şehîd Rûstem Cûdî hate oxirkirin û li vir hate defin kirin. Cenazeyê şervanê YPG’ê Hewar Xagros ber bi Efrînê ve hate oxirkirin û dê bi merasîmekê li wir bê defin kirin.