Îranê Kurdekî bavê 5 zarokan bi darve kir
Îranê Kurdekî bavê 5 zarokan bi darve kir
Îranê Kurdekî bavê 5 zarokan bi darve kir
Duh sibehê girtiyekî din ê kurd ê ji bajarê Urmiye yê Rojhilatê Kurdistanê ji aliyê Komara Îslamî ya Îranê ve hat darvekirin. Îranê di nava hefteyekê de 3 girtiyên Kurd bi darve kir.
Li gorî ajansa nûçeyan a Kurdpa, duh girtiyê Kurd ê bi navê Mele Rehîm Reşîdî yê ji gundê Ceter ê girêdayî bajarê Urmiye ji aliyê Îranê ve hatiye darvekirin. Herwiha li gel Mele Rehîm du kesên din jî hatine darvekirin.
Rehîm Reşîdî 50 saliye û bavê 5 zarokan bû. Ev 4 sal bû li girtîgeha navendî ya Şîraza dihat girtin. Tê gotin ku Reşîdî ji ber sûcê bikaranîna maddeyên hişber dihat tawanbar kirin û bi heman sedemê hatiye darvekirin. Li gor agahdariyên heman ajansê, niha 5 kesên din bi cezayê darvekirinê hatine ceza kirin. Ew kes ji bo girtîgeha takekesî hatine veguhestin û ji wan re ragihandine ku, wê îşev ew jî werin darve kirin.
Hat ragihandin ku cezayê darvekirinê ji bo 4 girtiyên din ên siyasî yên kurd, ku li girtîgeha navendî ya Urmiyê dimînin hatiye birîn.
Endamên Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK) Hebîbûlah Gulperîpûr û Riza Îsmaîlî Mamedî roja 26’ê Cotmehê ji aliyê Komara Îslamî ya Îranê ve hatibûn darvekirin. Ji bo şermezarkirina darvekirina çalakvanên Kurd, li Bakurê Kurdistanê, li bajarên Hewlêr û Silêmaniyê yên Herêma Kurdistana Federal û li Ewropayê xwepêşandan hatin lidarxistin. Li bendê ye îro jî bi heman armancê li Hewlêrê xwepêşandanek were lidarxistin.