Îranê 2 Kurdên din bi darve kir
Îranê 2 Kurdên din bi darve kir
Îranê 2 Kurdên din bi darve kir
Derket holê Îranê di 21 û 23'ê Mijdarê de 2 Kurdên din darve kiriye. Rejîma Îranê bi vî rengî di nava mehekê de 17 jê Kurd 79 kes bi darve kir.
Li gorî nûçeya ajansa Kurdpa.net, Ezîz Etayî yê ji gundê Zêwe yê herêma Mirgerwer a Ûrmiyê, di 21'ê Mijdara 2013'an de li girtîgeha bajarê Yezd'ê hat darvekirin.
Hêzên rejîma Îranê, Mesûd Hesenpûr ê ji gundê Girde Bilês ê herêma Tirgewer a Ûrmiyê jî, li girtîgeha bajarê Reştê, li dû 5 salên ragirtinê darve kir.
Di nûçeyê de her wiha hat ragihandin ku malbata Mesûd Hesenpûr, ji ajansên nûçeyan bi darvekirina kurê xwe hesiyaye.
Tê gotin, li Îranê di 34 rojên dawî de 17 jê KUrd bi giştî 79 kes hatin darvekirin.