Îran bajarê kurdan yê dîrokî Bicar di bin avê de dihêle

Îran bajarê kurdan yê dîrokî Bicar di bin avê de dihêle

Bajarê Talwar yê ku li navçeya Bicar yê di nav eyaleta bajarê Sîne yê Rojhilatê Kurdistanê de cih digire 18 eserên wî yên dîrokî di bin avê de tên hêştin.

Rejîma Îranê a ku polîtikayên demên dawî yên dewleta Tirk yên înşakirina bendevên avê yên ji bo kontrola leşkerî û demografîk çêdike mînak digire li Rojhilatê Kurdistanê gelek bendavan çêdike. Bendavên ku Îran çêdike zererekî gelek mezin dide bermayên dîrokî û xwezayê.

Ji ber bendavên Îran çêdike yek ji golên Cîhanê yên herî mezin gola Urmiyê li ber hişk bûnê ye.

Bendava Talwar a ku li eyaleta bajarê Sîneyê Rojhilatê Kurdistanê ku rejîma Îranê çêdike tê payîn ku 30 hezar dûnim erdê çandiniyê di bin avêde bê hiştin.

Li borî hişariya arkeologên Îranê li gel temam bûna bendavê 10 jê li aliyê Îranê 18 bermayên dîrokî yên weke “bermayên navnetewî” tên pejirandin wê di bin avê de bimînin.

Li ser mijarê ji Ajansa Nûçeyan a Îranê re endamê saziya rêveber yê Bermayên dîrokî û Çanda Sîne Elireza Azerşeb ragehand ku ji bo çêkirina bendavekî wiha li herêmê hişariya pêwist kirine lê ew ne hatine gohdar kirin ragehand.

Azerbeş wiha got: “Bîcar li herêma Sîne cihekî herî giring yê nîştecihbûnê ye. Li vê navendê gelek bermayên dîrokî hene. Bendav wê zererekî pir mezin bide van bermayên dîrokî.”

YEK JI KALEYÊN HERÎ KEVIN YÊN ÎRAN Û KURDISTANÊ YE

Bajarê ku şêniya wî 50 hezare bi 1.911 m weke çatiya Îranê tê zanîn.

Bajar di demê yekem desthilatdarê Safeviyan Şah de weke gundek di sedsala 15. de derbazî qeyidan bûye. Di yeksedsalê de bû bajar. Di dema şerê Cîhanê yê 1. de li bajar gelek bermayên dîrokî yên ku ji aliyê leşkerên Rûs, Îngîlistan û Osmaniyan ve hatine talankirin hene.

Bajar heya dîroka kurdan a demê Medan diçe û di demê Sasaniya de weke kaleyekê hatiye bi karanîn û li Îranê teybetiya kalaya herî dîrokî dihilgire.