Îran: Armanca me ya hilberîna petrolê rojane 3,9 mîlyon barîl e

Îranê ragihand ku bi rakirina pêkanînên aboriyê yên welatên Rojavayî re ew ê hilberîna petrolê zêde bikin. Li gorî agahiyên ji aliyê Wezareta Petrolê ve hatin dayîn, armanca hilberîna rojane ya petrolê 3,8 û 3,9 mîlyon barîl e.

Wezîrê Karên Petrolê yê Îranê Bîjan Zangane ji televîzyona dewletê re peyivî û anî ziman ku hilberîna petrolê a welatê wî, wê 500 hezar barîl zêdetir bibe. Zangane diyar kir ku ji bo vê ew li benda rakirina pêkanînên aboriyê yên li hemberî welatê wan e û da zanîn ku di mehên pêş de ew dixwazin rojane ji 3,8 hezar 3,9 mîlyon barîl petrolê hilberînin.

Tê texmînkirin ku Îranê di meha Tîrmehê de 2,85 mîlyon barîl petrol hilberandiye.

Di encama peymana roja 14'ê Tîrmehê li paytexta Awûstûrya Viyanayê hat morkirin de, biryar hatibû dayîn ku Îran bernameya xwe ya nukleerî ji kontrolê veke. Li gorî vê peymanê, pêkanînên aboriyê yên li hemberî Îranê wê gav bi gav werin rakirin.