Îdîaya El Qaîdeyê li Serêkaniyê 'gazên bi jehr' bikar aniye!
Îdîaya El Qaîdeyê li Serêkaniyê 'gazên bi jehr' bikar aniye!
Îdîaya El Qaîdeyê li Serêkaniyê 'gazên bi jehr' bikar aniye!
Kanala televîzyonê El Mayadîn a Lubnanî îdîa kir ku rêxistina Dewleta Îslamî ya Iraq û Şamê (DAIŞ) a ser bi El Qaîdeyê, di pevçûnên li Serêkaniyê yên li hemberî YPG'ê de çekên kîmyewî bikar aniye. Ev agahî hînê ji aliyê YPG'ê ve nehatiye piştrastkirin, lê belê gaza ku ji hawanek li Serêkaniya ser xetê ket derket, gelek kes nexweş xist.
Li gorî nûçeya di ajansa nûçeyan a fermî ya Rûs Rîa Novostî de cih girt, televîzyona Lubnanî ragihand ku li herêma "Haseke" ya li nêzî sînorê Tirkiyê, di dema pevçûnan de, li cihê obusa "cîhadperestên" DAIŞ'ê ket, dûxana zer bilind bû.
Çavkaniyekî Kurd ê agahî da televîzyonê ragihand ku gelek kes bi jehrê ketine.
Li gorî radyoya Dengê Rûsya ku cih da heman nûçeyê, di 29'ê Cotmehê de li nêzî qereqoleke hêzên Kurd ên li Serêkaniyê bombe teqiya.
Hat ragihandin ku çavkaniyekî Kurd gotiye, "Gelek serhildêr bi jehrê ketine, mehdê wan li hev ketiye û verşiyane" Dengê Rûsyayê diyar kir ku yekîneyên Kurd ên êrîşa rêxistinên El Nûsra û DAIŞ'ê têk birin, di heman demê de 28 endamên El Qaîdeyê kuştin.
DÛXANA ZER LI SERÊKANIYA SER XETÊ BILIND BÛ
Çavkaniyên YPG'ê ev agahî hînê piştrast nekirine. Hat hînbûn ku gelek kes ji ber bi jehrê ketine serî li nexweşxaneyên li Serêkaniyê dane.
Lê belê di 28'ê CotmeHê de hawaneke komên El Qaîdeyê li avahiyeke li navçeya Riha Serêkaniya ser xetê ketibû.
Li gorî nûçeya DÎHAyê, ji ber dûxana zer a ji topa hawanê derket welatiyê bi navê Abdulcelil Turgay jahrînî bû û rakinin Nexweşxaneyê Dewletê ya Serêkaniyê. Endamê Meclisa Şaredariyê Abdulhalim Dayan jî ji ser hişê xwe çû. Welatiyên ketin avahiya ku guleya hawanê lê ket mahdê wan xeliya û ji ser hişê xwe çûn. Hat zanin ku Cîgirê Mudêrê Polîsan ê Serekaniyê ku çû cihê bûyerê, ji ber gaza guleyê ji ser hemdê xwe çû.