HPG: Bombebaran û operasyona dijmin didome

HPG: Bombebaran û operasyona dijmin didome

HPG’ê diyar kir ku, balefirên şer yên arteşa tirk 30’ê nîsanê di navbera seet 24.00 û 00.03’an de li Qadên Parastina Medya nizim firîn. Her wiha hate ragihandin ku, li navçeya Şemzînan a Colemêrgê li gundê Sisê bi helîkopterên Skorsky opersyon dane destpêkirin.

HPG’ê daxuyaniyek da û aşkera kir ku, balefirên şer yên tirk di 30’ê Nîsanê de li Qada Parastina Medya nizim firiyane û wiha got: “ Di 30’ê Nîsanê de di navbera seetên 24.00 û 00.03’an de artêş atirk bi balefirên şer li hemberî herêma me Qendîlê firîn pêk anîn.

Di 29’ê Nîsanê de di seet 23.30’an de li Şemzînan a Colemêrgê li gundê Sisê  artêşa tirk bi skorskyan operasyon daye destpêkirin. Her wiha mazota aydê gundê Sisê jî şewitandine. Li vê herêmê tevger bi kemînan heta seetên êvarê berdewam kiriye.

Di 29’ê nîsanê de di seet 23.30’an de li Şemzînan a Colemêrgê li kontarên Peygaha Kemalokê, Geliyê Gulbaharê û Behra Zêrînê bi topên hawanê û obusan bomberan pêk hatiye.