Hozan Mizgîn û gêrîlayên PKK’ê hatin bibîranîn

Hozan Mizgîn û gêrîlayên PKK’ê hatin bibîranîn

Hunermend Gurbet Aydin (Hozan Mizgîn) û gêrîlayên PKK'ê yên di meha Gulanê de jiyana xwe ji dest dan li Riha û Amedê bi bernameyên bîranê hatin bîrxistin.

Hunermend Gurbet Aydin (Hozan Mizgîn) û gêrîlayên PKK'ê yên di meha Gulanê de jiyana xwe ji dest dan li Navenda Çand û Hunerê ya Med a Şaredariya Wêranşarê hatin bîrxistin. Endamê Meclîsa BDP'ê Adnan Etlî, Hevserokê Rêxistina BDP'ê Halîs Aktaş, rêveberên BDP'ê û bi sedan welatî tevlî bernameyê bûn. Bernameyê bi rêzgirtinê destpê kir.

Piştî rêzgirtinê slayta jiyana hunermendên jiyana xwe ji dest dan hate pêşandan. Xebatkarê Navenda Çand û Hunerê ya Med Mehmet Karakiş diyar kir ku, divê hemû kes girîngiyê bidin hunerê. Piştî axaftinê bernameyê bi guhdariya helbestan berdewam kir.

Pişt re koma muzîkê ya Welatê Rojê, hunermend Xeyrî û hunermend Kadîr Çat derketin ser dikê û staran gotin.

Li navçeya Bismilê ya Amedê jî Rêxistina BDP'ê ya Bismilê û Navenda Çand û Hunerê ya Bismilê bi bernameyekî hevpar gêrîlaya PKK'ê Gurbet Aydin (Hozan Mizgîn) û gêrîlayên PKK'ê yên di meha Gulanê de jiyana xwe ji dest dan bîrxistin. Hevserokê Rêxistina BDP'ê yê Bismilê Tufan Tunç, alîkarên Şaredara Bismilê Fethî Gurbuz û Songul Kaptan û gelek welatî tevlî bernameyê bûn.

Piştî rêzgirtinê sînevîzyona jiyana Hozan Mizgîn vedigot hate pêşandan. Pişt re Hevserokê Rêxistina BDP'ê Tufan Tunç axivî û wiha got: "Şehîd Mizgîn weke wateya navê xwe ji gelê Kurd re mizgînî da. Heke îro em behsa mafên kurdan bikin bi saya têkoşîna wane. Em dê xwedî li têkoşîna wan derbikevin."

Piştî axaftinê koroya Dengê Aram Tîgran derket ser dikê û bername bi dawî bû.