Hollande mamoste jî bi destê rastgiriya navendî ve berda

Serokkomarê Fransayê Hollande ku ji sala 2012'an dema destpêkirina desthilatdariya xwe û vir ve ji aliyê giştî ve profîleke neyînî nîşan da, mamosteyên ku hilbijêrên wî yên herî xurt in, winda kir.

Serokkomarê Fransayê Hollande ku ji sala 2012'an dema destpêkirina desthilatdariya xwe û vir ve ji aliyê giştî ve profîleke neyînî nîşan da, mamosteyên ku hilbijêrên wî yên herî xurt in, winda kir. Li gorî lêkolînekê, di nava mamosteyên hêviya xwe ji Hollande nemaye de navnîşana destpêkê rastgiriya navendî ya yan jî partiyên din ên çep e.

Encamên lêkolîna şîrketa Opînîon Way a li ser sekna siyasî a mamosteyan, di rojnameya Le Fîgaro de hatin weşandin. Li gorî lêkolînê, mamosteyên di sala 2012'an de bi giranî destek dan namzetê sosyalîst Françoîs Hollande, di roja îro de bi giranî berê xwe dane partiyên rastgiriya navendî.

Di nava mamosteyên di sala 2012'an de di tûra destpêkê ya hilbijartinê de bi rêjeya ji sedî 44'an deng dan Hollande de, eger îro hilbijartin pêk were yên ku dengê xwe dîsa bidin namzetê Partiya Sosyalîst, daket ji sedî 21'an. Di nava mamosteyan de, namzetê ku di rêza yekemîn de bi rêjeya ji sedî 26'an deng werbigire, lîderê Tevgera Demokratîk a Lîberal (Modem) Françoîs Bayroû ye.

Rêjeya mamosteyên diyar kirin ku ew ê deng bidin namzetê Eniya Çep a partiyên komunûst û çep li hev civandiye Jean-Luc Mêlenchon ji sedî 18 ye. Li gorî anketê, balkêş e ku mamosteyên polîtîkayên Partiya Sosyalîst û Hollande naecibînin, ya berê xwe didin çep a radîkal a Mêlenchon temsîla wê dike, yan jî siyasetmedarê lîberal a li rastgiriya navendî Bayroû.

Der barê polîtîkayên li ser sed hezaran mamosteyên Fransayê de, tê zanîn ku Hollande û hikûmeta Partiya Sosyalîst ne serketî ne. Di sala 2007'an de Serokkomarê rastgir ê demê Nîcolas Sarkozy, wergirtina mamosteyên nû bi sînor kiribû. Hollande jî ji bo sivikkirina mercên xebatê yên giran ên mamosteyan, biryar dabû 60 hezar mamosteyên nû werbigire.

Ji sala 2012'an û vir ve Hollande neçar mabû 3 caran Wezîrê Perwerdeyê biguherîne.