Hilbijartina herêmî jî paşve hat xistin
Hilbijartina herêmî jî paşve hat xistin
Hilbijartina herêmî jî paşve hat xistin
Li Hewlêrê Komisyona Hilbijartinê ya Bilind daxuyaniyek da û hilbijartinên herêmî jî ji bo dîrokek nediyar paşve xistin.
Serokê Desteya Hilbijartinan Elî Qadir Obêd di daxuyaniyekî çapemenî de ragihand ku: “Em wek komisyona hilbijartinê nikarin di 21’ê Îlonê de hilbijartinên herêmî çêbikin.” Her wiha sedemê nekirina hilbijartinê jî ji bo rojnamevanan da diyarkirin û got: “Her çendî ku destûrên parlementoyê hatine guhertin jî, heya niha destûrek bi vî rengî ne gehiştiye ber destê me û ji bo wê jî wekî ku tê xwestin amadekarî ji bo vê hilbijartinê ne hatine kirin.”
Ji beriya niha biryar hatibû girtin ku, di 21.09.2013’an de hilbijartina serokayetiya herêmê, ya parlementoyê û ya herêmî bêne li darxistin. Lê belê niha hilbijartina serokayetiya herêmê ji bo 2 sala hate bi paşve xistin, ji ber wê hilbijartina eyaletan jî, ji bo demek ne diyar hate bi paşve xistin, tenê wê hilbijartina parlemantoyê were li darxistin.