Hikûmeta Yewnanîstanê: Beriya 18'ê Tebaxê dibe ku li hev bê kirin

Wezîrê Maliyeyê yê Yewnanîstanê Eûklîde Tsakalotos diyar kir ku ew ji muzakereyên bi heyetên YE, IMF û ECB 'bi hêvî' ye. Ji YE jî daxuyaniyên bi heman rengî tê.

Wezîrê Maliyeyê yê Yewnanîstanê Eûklîde Tsakalotos diyar kir ku ew ji muzakereyên bi heyetên YE, IMF û ECB 'bi hêvî' ye. Ji YE jî daxuyaniyên bi heman rengî tê.

Tsakalotos piştî hevdîtina bi heyetên Fona Pere ya Navneteweyî (MF), Komîsyona Yekîtiya Ewropa, Banka Navendî (ECB) û Mekanîzma Euro Stabîlîte (MES) re daxuyaniyek da û got, "Di nava hefteyekê de wê li ser her mijarê li hev bê kirin". Tsakalotos ragihand ku di mijara herikandina kapîtal ji bo bankayan û yekdestîkirinê de hin xalên li ser li hev nehatiye kirin hene, lê belê ev ê çareser bibin.

Berdevka Hikûmeta Syrîza Olga Gerovasîlî jî dabû xuyakirin ku peymana li ser paketa alîkariyê ya sêyemîn wê îro (Çarşem) bê nivîsandin. Berdevk diyar kir ku muzakere dibe ku beriya 18'ê Tebaxê bi encam bibe.

Di daxuyaniya li ser navê Komîsyona Yekîtiya Ewropa (YE) ji Reutersê hat kirin de, hat ragihandin ku muzakere dibe ku beriya 20'ê Tebaxê bi encam bibin.

Muzakere hefteya derbasbûyî li paytexta Yewnanîstan Atînayê destpê kiribûn.