Hikûmeta Fîlîstînê îstîfa kir
Serokwezîrê Fîlîstînê Ramî Hamdallah, îstîfaya hikûmetê pêşkêşî Serokdewlet Mahmûd Abbas kir. Piştî îstîfayê Abbas ji bo hikûmetê ava bike Hamdallah ji nû ve wezîfedar kir.

Ji şêwirmendên siyasî yên Serokdewletê Fîlîstînê Mahmûd Abbas Nîmr Hamad diyar kir, ku piştî îstîfayê Abbas ji bo avakirina hikûmetê careke din Hamdallah wezîfedar kiriye. Hamad anî ziman ku Hamdallah ji bo di demeke kurt de hikûmetê ava bike, Hamas jî di nav de wê bi hemû pêkhateyên siyasî re dest bi hevdîtinan bike.
Ji bo sedema îstîfaya Hikûmeta Fîlîstînê, lihevnekirinên di navbera Hamas û El Fetîhê de tên nîşandan. Pevçûnên di navbera her du hêzan de, ku salên dûr û dirêj Gazze û Şerîa Rojava di nava hev de parve kiribûn, par bi dawî bûbûn.
Lê belê tevî aştiya di navbera her du hêzan de hat ragihandin jî, hikûmeta yekîtiya neteweyî nikarîbû li Gazzeyê otorîteya xwe bide rûniştandin. Çavkaniyên Fîlîstînî yên nêzî Mahmûd Abbas îdîa dikin ku Hamas naxwaze rêveberiya li Gazzeyê parve bike.