‘Hikumet bêdeng bimîne em dê dest bi çalakiyên radîkal bikin’

‘Hikumet bêdeng bimîne em dê dest bi çalakiyên radîkal bikin’

Ji bo baregehên leşkerî yên Tirkiyeyê ji Başûrê Kurdistanê derkevin 470 hezar îmza hatibûn komkirin û radestî Parlementoya Kurdistanê hatibû kirin. Li gel salek derbazbû jî heta niha tiştek ji aliyê Herêma Kurdistanê ve nehatiye kirin. Tevgera Ciwanên Kurdistanê ragihand ku, "Eger ev helwesta wana ya bêdeng bidome em dê dest bi kar û çalakiyên radikal û tund bikin.”

Di bin pêşengiya Tevgera Ciwanên Welatparêz di, 19'ê Cotmeha 2011’ê de ji bo barehegên leşkerî yên Tirkiyê ji Herêma Kurdistanê derkevin kampanya îmzayan hatibû destpêkirin û li rexmê hemû qedexe û zextên hêzên asayişê 470 hezar îmza hatin komkirin. Îmzayên ku hatin komkirin ji aliyê komîteya amedekar ya kampanyayê ve di 24-04-2012’ê de radestî Fraksiyona GORAN hatibû kirin. Pêwîst bû Fraksiyona GORAN di Parmelementoya Kurdistanê de îmzayên hatîn komkirin bixista mijara nîqaşê. Li gel salek li sere derbazbû lê heta niha ne ji aliyê Parlementoya Kurdistanê ve ne jî ji aliyê Fraksiyon GORAN û Rêveberiya Herêma Kurdistanê ve hewildanek ne hatiye kirin.

Têkildarî mijarê duh ji aliyê Tevgera Ciwanên Welatparêzên Kurdistanê ve di demjimêr 17:00’an li pêşberî Parlementoya Kurdistanê daxuyanî hate dayîn. Daxuyaniya ku ji aliyê nivîskarê govara Hawdem Pavel Qedemxêr ve hate xwendin de, hate gotin ku nêzîk 15 sale baregehên leşkeri yên dewleta Tirk li Başûrê Kurdistanê ne û wiha bedewam kir; “Her çende Parlementoya Herêma Kurdistan bang li dewleta Tirk kiribû ku hêzên xwe yên leşkerî ji Herêma Kurdistanê vekêşine. Lê heta niha dewleta Tirk guh ne daye banga Herêma Kurdistanê û Iraqê. Ev jî tê wateya Artêşa Tirk Herêma Kurdistanê dagirkiriye. Ji bo vê me wek xebatkarên govara Hawdem bi piştgiriya Tevgera Ciwanên Welatparêzên Kurdistanê kampanya komkirina îmzayan da destpêkirin. Di pêvajoya 6 mehan ya kampanyayê de nêzîk 470 îmza hatin komkirin. Jibo li Parlementoya Herêma Kurdistanê bibe mijara nîqaşê me îmzayên hatî komkirin radestî Fraksiyona GORAN ku ji 11 parlementeran pêkdihatin kir. Lê hem GORAN hem jî Parlementoya Kurdistan û Rêveberiya Herêma Kurdistanê li hember vê mijarê tişta pêwîst nekir û baregehên leşkeri yên dewleta Tirk niha jî di nav sinorên xaka Başûrê Kurdistanê de dimînin.”

Di dawiya daxuyaniyê de hate gotin ku, pêwîste kurdê Başûrê Kurdistanê û Rêveberiya Herêmê û Hukumeta Herêmê li hember vê bê deng nemîne û wiha bidawî bû; “Em weke xebatkarên Govara Hawdem û Tevgera Ciwanên Welatparêz, Hukumet, Parlemento û Rêveberiya Herêma Kurdistanê şiyar dikin û mehek wext didinê. Eger ev helwesta wana ya bêdeng bidome em dê dest bi kar û çalakiyên radikal û tund bikin.”

Endama Rêveberiya Tevgera Ciwanên Welatparêzên Kurdistanê Rojan Tatanî diyar kir ku, Rêveberiya Herêma Başûrê Kurdistanê ji bo derketina baregehên leşkerên dewleta Tirk li Başûrê Kurdistanê bêdeng dimîne û wiha got: “Li rexmê ku PDK û hêzên asayişa Herêma Kurdistanê ne hiştin em li gelek deveran îmza kombikin, herwisa li rexmê ku îmzayên ji aliyê me ve hatibûn komkirin ji aliyê asayişê ve ji me hatin standin jî lê me karî 470 hezar îmza kombikin. Pêwîst bû ku Hukumeta Herêmê û hêzên Herêmê ji bo vê kampanyayê alîkarî da ban me. Lê mixabin li rexmê îradeya 470 hezar welatiyan jî Hukumeta Herêmê, Parlementoya Herêmê, hêz û aliyên Herêmê yên bi bandor tu hewildanên fermî ji bo derketina hêzên leşkerî yên Tirk ji Herêma Kurdistanê nekiriye. Lewra em Hukumeta Herêmê şiyar dikin. Eger heta mehek din ji bo derketina leşkerên Tirk ji Başûrê Kurdistanê bêdengiya xwe biparêzin, em dê dest bi çalakiyên radîkal bikin.”