Heyeteke ji Swîsreyê hate serdana Demîrbaş

Heyeteke ji Swîsreyê hate serdana Demîrbaş

Heyeteke ji Swisreyê ya ji Dîrektorê Têkiliyên Siyasî Roland Salviberg, Cîgirê Sefîrê Swîsre yê Tirkiyeyê Didier Chassot û Şêwirmendê Navbênkariyê George Stein îro hat sedana Şaredarê Sûrê Abdullah Demîrbaş. 

Heyeta Swîsreyê ya bi serokatiya cîgirê sefîrê Swîsre yê Tirkiyeyê Didier Chassot bi armanca ku li herêmê derbarê pêvajoya aştiyê agahiyan bigirin li herêmê ne. Di vê çarçoveya de heyetê îro bi Şaredarê Sûrê Abdullah Demirbaş re hevdîtin pêk anî û der barê pêvajoya çareseriyê de ya ku di 21 adara 2013’an de hate destpêkirirn de li bîr û baweriyên Demirbaş guhdarî kirin. 

Şaredar Demîrbaş di hevdîtinê de, nêrin û piştgiriya gela li pêvajoyê çareseriyê anî ziman û got: Gelê kurd yê ku salên dirêj êş û janên vî şerî kişandiye û bedelên herî giran dane ji her kesî bêtir xwedî li çareseriyeke demokratik derdikeve. Gelê kurd di vê pêvajoyê de semîmî ye û tevî ku gelek caran ji aliyê desthilatdaran ve hatiye xapandin, ew êdî di wê baweriyê de ku xwedî hêze û ji her deme bêtir rêxistinkirî ye lewra jî tevî hemû metirsiyên xwe jî ew piştgiriyê dide vê pêvajoyê."